Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Zeynep Guner: Jin wê pergalê biguherin 09.03.2021

 

ZEYNEP GUNER / WELAT
JIN WÊ PERGALÊ BIGUHERÎNIN

Gava mîrov qala azadiya jinan dike, gelek kes van gotinan pir hêsan dibîne. Li tevahiya cîhanê di nava rojê de bi sedan jin tên kuştin. Di nav salê de ev hejmar xwe digihîne milyonan. Mirov dikare behsa jenosîdekî li ser bedena jinan bike. Ev her dem û her wext diqewime. Ji bo jenosîdê mirov dikare pir tiştan bîne ziman.

Di destpêka sedsala 19’an de qetlîama li hember Filleha bi destê osmaniyan hat kirin hîn jî di rojeva hemû cîhanê de ye. Her wiha qetlîama almanan li ser cîhûyan hîn jî tê ziman. Jenosîda rojane li ser bedena jinan tê kirin weke normal be, pir hêsan tê dîtin.

Sedemên kuştina jinan faşîzma desthilatdariya mêran a îdeolojîk e. Ev îdeolojiya veşartî di mejiyê desthilatdaran de pêş dikeve û xwe li ser bedena jinan dide der. Ji ber vê yekê mêr xwe li hember jinan mafdar dibîne û bi vî awayê kuştinên jinan normalîze dike. Mêrên xwe demokrat didin nîşandan wek gulekî li ber lûla tifingê amade ne, ji bo di bedena jinan de biteqin. Di serî de divê mêr xwe ji vê gulê azad bikin. Heya mêr xwe ji vê gula wek mafdar dibîne, xilas neke, wê têkoşîna me jinan jî li hemberî wan bidome û her biçe mezin bibe.

Desthilatdariya AKP û MHP’ê xwe li ser şer, dagirkirin û kuştina jinan xwedî dike. Ji ber nepêkaniya zagonên wek Peymana Stenbolê ji destpêka sala 2021’ê heya van kêliyan gorî daneyên Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin, 67 jin hatine kuştin. Jin ji hêla xizmên xwe ve an jî ji hêla yên wan nas dikin ve tên qetilkirin.

Jina bi navê Hanim Pinarli ya ku 92 salî ji hêla cîranê xwe ve hat tecawizkirin û dûvre xeniqandin. Hikûmeta AKP û MHP’ê zagonan li gorî berjewendiyê xwe pêk tînin. Ji ber vê yekê sedem çi nîşan didin bila bidin, em dizanin ku jin ji ber zayenda xwe, ango ji ber ku ‚Jine‘ tê qetilkirin. Ji ber vê yekê divê jin bi rêxistinkirî tevbigerin da ku bikaribin xwe li hemberî pergala mêr/dewlet, li hemberî jenosîdê biparêzin.

Jin tenê maf naxwazin. Jin dixwazin êdî ev pergal bê guhertin. Ev jî bi xurtkirina xalên hevpar ên tevgêrên jinan çêdibin. Alternatîfên bi hevrekarkirin û xwe bi hêzkirin, biguherineke gerdûnî pêk tê.
Jinên êdî bêhna azadiyê girtine, heya rojên azad nebînin wê têkoşîna xwe bidomînin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv