Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Felemez Ûlûg: Li Iraqê şerê Tirkiyê û Îranê 09.03.2021

 

FELEMEZ ÛLÛG / XWEBÛN
LI IRAQÊ ŞERÊ TIRKIYE Û ÎRANÊ

Dema artêşa tirk êrîş bir ser herêma Garê, hêzên Heşdî Şabî jî hêzeke mezin ber bi Şengalê ve şand. Ev hêza ku li herêmê bi cih bû xwe li gor êrîşên ji aliyê Tirkiyê ve bên bi cih kir. Bêguman bi hevkariya PDK’ê dewleta tirk ev demek dirêj e hebûna PKK’ê li Şengalê dike hincet û bi vê hincetê gelek caran li ser herêmê êrîşên hewayî pêk anîn. Bi van êrîşan ve girêdayî armanca dewleta tirk dagirkirina Şengalê û bi vê jî xwe gihandina Telafer û Mûsilê.

Em ji bîr nekin ku di hişmendiya tirkên rastgir û nijadperest de Mûsil her tim wek parçeyê Tirkiyeyê tê dîtin. Ev alî bi desthilatdariya AKP-MHP’ê ve, hewil didin ku peymanên Sykes Pîcot û Lozanê ji nû ve têxin rojevê. Ji bo li herêma Mûsilê bibin xwedî nifûs jî eleqeyek mezin nîşanî tirkmenên Telaferê didin.

Lê tevî vê eleqeya baş jî di vê pêvajoyê de nêzîkatiya tirkmenên herêmê ji bo Tirkiyeyê hatin guhertin. Şîiyên tirkmen di bin navê xweparastinê de hîn bêhtir nêzî Îranê bûn û bi erebên şîi re têkiliyên xwe xurt kirin. Ji ber ku dewleta tirk ev tehlûke dîtin ji bo parastin û îqnakirina tirkmenan leşkerên xwe li herêma Mûsil Başîqa bi cih kirin. Ev baregeh ji bo MÎT’a tirk li herêmê bikaribe li ser van pêkhateya kar û xebatên cuda bide meşandin bi taybetî hat hilbijartin.

Armanca wê ya yekemîn jî manîpulekirina tirkmenan e. Em ji bîr nekin ku li dijî vê hemleya Tirkiyê, dewleta Îranê jî bi karta Heşdî Şebî xwest ku têkeve denklema Mûsilê. Em ji bîr nekin ku Mûsil yek ji navendên girîng ên DAIŞ bû. Bi van pevçûnan ve îhtîmala heye ku bi destê dewleta tirk li herêma Mûsilê DAIŞ ji nû ve dest bi çalakiyan bike. Ev yek jî di nav gel de nerehetiyekê çêdike. Lewma li dijî vê tehdîdê tirkmenên Mûsilê rola pêkhateya Heşdî Şebî girîng dibînin.

Dewleta tirk bi emelên xwe yên xirab û hişmendiya xwe ya yekperest dixwaze hevsengiyên herêmê xera bike. Divê ji vê siyaseta pûç û bêencam dersê derxe. Piştî DAIŞ’ê çavkaniya hemû xirabî û êrîşên li dijî gelan bi pêş dikevin, dewleta tirk û çavsoriya wê ya ji bo van xewn û xeyalên xwe yên pûç e. Gefên di navbera Tirkiye û Îranê de jî, ji nêz ve bi vê mijarê ve girêdayî ne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv