Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Komîteya Têkilî û Tifaqa Demokratîk a KJK’ê bi daxuyaniyekê êrîşa li dijî endama Lêkolînkirina Jineolojiyê Nagîhan Akarsel şermezar kir û banga parastina şoreşa jinê kir.

Komîteya Têkilî û Tifaqa Demokratîk a Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) bi daxuyaniyek nivîskî êrîşa çekdarî ya li Silêmaniyê li dijî endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û edîtora kovara Jineojiyê akademîsyen Nagîhan Akarsel şermezar kir û banga parastina şoreşa jinê kir.

Daxuyaniya KJK’ê wiha ye:

“Em qetilkirina Endama Akademiya Jineolojiyê û endama Tevgera Azadiya Kurd a Kurdistanê Nagîhan Akarsel bi hêrsek mezin pêşwazî dikin û dewleta Tirk a qirker, bi tundî şermezar dikin. Qetilkirina wê mînanaka dawî ya polîtîkayên qirkirinê ya dewleta Tirk a faşîst li Kurdistanê, li dijî pêşengên jinên pêk tîneye.

Nagîhan Akarsel îro di saetên serê sibehê de, li bajarê Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê hat qetilkirin. Sembolek bû ku nêzî têkoşîna xwe ya 30 salan felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ ya ku îro li çar aliyên cîhanê deng vedide, bi awayek bênavber jiyand û bi nasnameya xwe ya rojnamevan-nivîskar û Jineolojiyê di navbera civak û jinên Kurd de dihat naskirin.

Qetilkirina Nagîhan Akarsel ne bûyerek tesaduf e. Bi taybetî di 10 salên dawî de, dewleta Tirk a faşîst û dijminê jinê pêşengên şoreşa Jinê ya li Kurdistanê gihaye asta jor, qetil dike û hewl dide pêşî lê bigire û rawestîne. Di vê wateyê de di navbera qetlîma ku 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê pêk hat û Şehîd Sakîne Cansiz hedef girt, qetlîama Kobanê ya ku 23’ê Hezîrana 2020’an pêşengên Kongra Starê hedef girt û herî dawî sûîqesta hevrêya me Nagîhan Akarsel de, girêdanek zelal heye.

Dewleta Tirk a faşîst di zanebûna rola rêxistina jinê ya di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de ye. Lewma bi armanca têkbirina têkoşîna me, şikandina îradeya me ya şoreşger û tasfiyekirina têkoşîna me ya azadiyê, bi awayek sîstematîk pêşengên Tevgera Azadiya Jinê hedef digire.

Şehadeta Nagîhan Akarsel, xeleka dawî ya rêza sûîqestên ku îstîxbarata Tirk di nava 5 salên dawî de li Kurdistanê pêk anî û bi qetilkirina 4 endamên Tevgera Azadiyê û welatparêzan bi encam bûye. Ji ber ev hemû qetlîam li Silêmaniyê hatine kirin, berpirsyarê wê rêveberiya vir û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Em qebûl nakin ku dewleta Tirk a dijminê Kurdan, planên xwe yên qirêj û komkujiyên hovane li ser herêmên ku ciwanên Kurd lê ne, pêk bîne. Em li bendê ne ku rêveberiya bajarê Silêmaniyê ji bo girtina kujeran û ewlehiya Kurdan a li Kurdistanê pêk bê, demildest hemû tevdirên pêwîst bigire. Ev jî tê wateya pêşî lêgirtina hemû kar û xebatên qirêj ên dewleta Tirk a faşîst ên li ser sînorê Başûrê Kurdistanê.

Dema em temaşeyî ji derveyî sînorên xwe dikin, polîtîka û helwestek a heman a li herêmên cuda yên cîhanê li dijî jinên şoreşger ên pêşeng dibînin. Ev radixe ber çavan ku em rû bi rûyê dijminahiya jinê ya kapîtalîst a ku hewl dide pêşî li ber veguherîna sedsala me ya serdema azadiya jinê bigire.

Sedemê ku ev qas hovane, bi rêxistin û sîstematîk êrîşê me dikin ev e. Lê heqîqetek heye ku ji bîr dikin: Çi dikin bila bikin, nikarin me ji azadiya me dûr bikin û pêşî li şoreşa jinê bigirin. Dema yek ji me kêm bû, em ê bi hezaran cihê bigirin. Ev rastî herî zêde jî di roja me, li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di serhildana li hemberî mirina Jîna Emînî de tê dîtin.

Em weke rêxistina konfederal a Tevgera Azadiya Jin a Kurdistanê, dewleta Tirk a faşîst û kujer û hevkarên wan ên herêmî, bi tundî şermezar dikin. Em civaka navdewletî ku endamên wê bi îdîaya ‘polîtîkaya derve ya femînîst‘ dikin û qetilkirina jinên şoreşger ên Kurd ên ji aliyê dewleta Tirk ve çi li hundir û derveyî sînorên xwe dipejirînin jî şermezar  dikin.

Em bang li jinên Kurdistanê û cîhanê dikin ku li ber qetilkirina endam û piştgirên Tevgera Azadiyê ya Kurd ji aliyê Tirk ve, helwesteke xurt nîşan bidin. Ji her tim bêhtir giringtir e ku em wek jinên cîhanê, li dijî êrîşên kontra yên pergala baviksalariyê ya cîhanî, ji berê bêhtir bi rêxistin û bandor rabin. Em bang li komên jinan ên xweser, tevgerên şoreşger, zanyarên femînîst û hemû jinên ji bo avakirina jiyaneke azad têdikoşin dikin ku qetilkirina Nagihan Akarselê protesto bikin, li bibîranîn û berxwedana temsîl dike, bibin xwedî û parastina şoreşa jinan li dijî êrîşên bi her awayî ku Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurdistanê dikin hedef, rabin.

Em serhildana xwe veguherînin şoreşa jinan a cîhanê û hemû rejîmên faşîst û neyarên jinan hilweşînin! Têkoşîn û birêxistinbûna xwe ya hevpar bi asasê Jineolojiyê asteke din bilindtir bikin û li bibîranîna Nagihan Akarselê bibin xwedî.“

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv

Li Kafeyan xefika fihûşê

Stêrk Tv