Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Nûrettîn Demirtaş: Malbatên di konên AKP’ê de û dijminatiya li jinê 09.03.2021

 

NÛRETTÎN DEMÎRTAŞ / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA
MALBATÊN DI KONÊN AKP’Ê DE Û DIJMINATIYA LI JINÊ

Ew malbatên ku di konên AKP’ê de cih digrin divê birastî jî li aqûbeta zarokên xwe bipirsin. Ji bo kesên beşdarî nav refên PKK’ê bûne em dikarin pêşniyaran bikin. Lê malbatên ku aqûbeta zarokên xwe nizanin divê baş bipirsin û lêkolîn bikin. Li gorî agahiyên ku me bi dest xistine îstîxbarata AKP’ê û polîsên wan hin zarokên van malbatan qetil kirine. Yanî revandine, qetil kirine û wekî ku beşdarî PKK’ê bûne malbatên wan dibin van konan.

Ji wan kesên ku di wan konan de cih digrin herî kêm 4 malbat bi wî rengî ne. Zarokên wan qetil kirine û ew birine wê derê. Ev jî agahiyek cidî ye. Ev hovîtî wê rojekê derkeve meydanê. Ji sedî sed beşdarî PKK’ê nebûne. Malbatên li wir divê li ser vê mijarê bisekinin û lêkolîn bikin. Divê ji AKP’ê bipirsin bê çi bi serê zarokên wan hatine û li ku derê ne.

Kesên ku birastî jî zarokên wan di nava PKK’ê de ne aciz bûn çênabe. Yanî ew kesên zarokên wan niha li nava PKK’ê ne. Ne ew kesên ku li konên AKP’ê êrişî HDP’ê dikin. Pirskirina ji HDP’ê bi temamî lîstika AKP’ê ye. HDP nikare bersivê bide, ji ber ku nizane. Lê PKK dizane û malbatên ku ji PKK’ê dipirsin bê bersiv namînin.

Nêzî 50 sal in di nava têkoşînê de gelek mîlîtanên PKK’ê hene ku aqûbeta wan nayê zanîn. Yên zelal dibin agahî ji malbatên wan re tê dayîn. Lê ew malbatên li konên AKP’ê dibêjin em ne agahî, zarokên xwe dixwazin. Di vê rewşê de wê kî agahî bide wan.

Pêşniyar jî ev e; Bila ew malbat AKP’ê qanih bikin ku bombebaranê neke û werin qadên PKK’ê. Bi vî rengî dikarin zarokên xwe bibînin.

Ji destpêkê vê ji wan re tê gotin; kesî zarokên we bi zorê nebiriye û nikarin bi zorê jî bişînin. Eger şer tinebe ew malbat dikarin werin zarokên xwe bibînin. Di demên agirbestê de bi hezaran malbat çûn cem zarokên xwe. Îro jî ev firsend hebe wê karibin hevdû bibînin. Eger karibin bila qanih bikin û ev ne rewşeke ecêb e. Lê ya ecêb çûyîna wan malbatan a wan konan e.

Yanî hewce bi berovajîkirina meseleyê tineye. Her roja ku hun diçin wan konên AKP’ê hun ji zarokên xwe dûr dikevin. Li şûna ku hun propogandaya AKP’ê bikin, ji AKP’ê bipirsin bê ev zarok çima derketin çiyê wê xêrtir bûya.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv