FERMAN Û PEYMANA 9’Ê COTMEHÊ
ZEYNEB MÛRAD: ARMANC ŞENGALEKE BÊ ÊZÎDÎ YE
Pîlan û peymana li dijî Şengalî, ku Êzîdî weke fermaneke nû bi nav dikin di rojeva KNK’ê de ye.
Hevseroka KNK’ê Zeyneb Mûrad têkildarî mijarê ji Ajansa Nûçeyan a Mezopotamya re axivî.
Bi bîr xist, ku peymana 9’ê Cotmehê bêyî şêwra bi Êzîdiyan re hat mohrkirin û wiha got:
Bi vê peymanê lîstekek li dijî çarenûsa Êzîdiyan tê kirin.
Bi daxwaz û pîlanên Tirkiyê ev peyman hat mohrkirin.
Dixwazin Şengaleke bê Êzîdî ava bikin.
Dîsa jî Êzîdî ne ew Êzîdiyên berê ne û îro xwe diparêzin.
Hevseroka KNK’ê destnîşan kir, ku peyman ne tenê li dijî Şengalê li dijî tevahiya xak û gelên herêmê tehdîteke û wiha got:
Êzîdî naxwazin îradeya xwe teslîm bikin û rê nadin fermaneke nû.
Hêrseke zêde li dijî vê peymanê heye û ti kes wê destûra hewldana qirkirineke din li dijî Êzîdiyan nede.
Zeyneb Mûrad bal kişand bicihkirina hêzên zêdê li dora Şengalê û amadekariya êrişeke li dijî Êzîdiyan û wiha got:
Ev tehdîteke mezin e. Bê çawa dewleta Tirk a dagirker demografiya Efrînê guhert, niha dixwazin heman pêkanînê li ser Şengalê ferz bikin.
Divê Kurd li dijî vê pîlanê bibin mertalek û nerazîbûna xwe bi awayekî rêxistinkirî nîşan bidin.
Ev berpirsiyariyeke girîng a neteweyî ye. Sekneke berxwedêr a ji bo Şengalê ji bo tevahiya Kurdistanê şert e.