Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rîham Hico: Em ji gefên wan mezintir in, em ê bersiv bidin êrişan 30.03.2021

 

FERMAN Û PEYMANA 9’Ê COTMEHÊ
RÎHAM HICO: EM JI GEFÊN WAN MEZINTIR IN, EM Ê BERSIV BIDIN ÊRIŞAN

Beşa Kurdî ya rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê Polîtîkazad têkildarî rewşa dawî ya Şengalê bi Rîham Hico re axivî.

Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê bal kişand ser berxwedana Şengaliyan a li hemberî ferzkirina peymana 9’ê Cotmehê û wiha got:

Ya rastî cesareta gelê me, berxwedana miletê me, cidiyet û israra me hişt ku ev dewlet were bi me re rûne.

Li ser sozên ku hukûmeta Iraqê dane Êzîdiyan û bi cih neanîne Rîham Hico wiha got:

Bi ya Tirkiyê û PDK’ê dikin û sozan bi cih nayînin.

Hevseroka Desteya Rêveber da zanîn, ku zexteke zêde heye ku Asayîşa Êzîdxanê were tasfiyekirin, YBŞ ji Şengalê were derxistin û wiha got:

Hewldan ji bo tinekirina me ye.

Dixwazin civaka Êzîdî careke din parçe bikin.

Dixwazin vegerînin beriya fermana 3’yê Tebaxa 2014’an.

Bi taybetî PDK hewl dide, ku Şengal nebe ya Êzîdiyan.

Ji ber vê yekê PDK’ê rê girtiye û nahêle Êzîdî vegerin Şengalê.

Beriya peymanê rojê 100 malbat vedigeriya.

Di dawiyê de Rîham Hico ev bersiv da gefên hukûmeta Iraqê û hêzên peymana 9’ê Cotmehê mohr kirine:

Em ji ti gefan natirsin. Kî bi diyalogê were, em amade ne.

Heke nebû, heke Iraqê hêz bi ser me de anî, qewet şand, em ê bersiva wê bidin.

Dîsa jî heta dawiyê hedefa me ew e ku şer çênebe.

Em pirsgirêkê bi diyalogê û bi çareseriyeke li gorî rastiya Şengalê û ya Iraqê hal bikin.

Em ji gefên wan mezintir in.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv