Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Betalkirina Peymana Stenbolê rasta nerazîbûnek tund tê 30.03.2021

 

“PEYMANA STENBOLÊ YA ME YE”
NERAZÎBÛNA LI DIJÎ BETALKIRINA PEYMANA STENBOLÊ

Çalakiyên ji bo fesihkirina Peymana Stenbolê her ku diçe berfirehtir dibe.

Piştevaniya jinan a navçeya Stenbol Sultangazî yê bi şîara “Em dev ji peymana Stenbolê bernadin”çalakiyek lidarxist.

Gelek jin li ber mala Cem’ê li hev kom bûn.

Li ser navê jinan, Endama Piştevaniya jinan a Sultangazî Selda Guneş axivî û got.

Emê dev ji peymana Stenbolê ku mafê me yê jiyanê dixe bin ewlehê de bernadin.

Em bang li herkesî dikin, heya wekheviya civakî a zayendî pêk neyê em tekoşîna xwe mezintir bikin.

Jinên Şîşlîyê jî wê îro di saetên êvarê de bi silogana “Em dev ji peymana Stenbolê bernadin” çalakiyekî lidarbixin

Rêxistinên jinan xwestin jinên Şîşliyê beşdarî çalakiya wan ya li pêşiya AVM’e ya Cevahiyê bibin.

Platforma Jinan a Edenê jî bi çalakiyekê biryara feskirina Peymana Stenbolê protesto kirin.

Jinan li ber Ocaxa Tenduristiyê ya Haydaroglû daxuyanîyek dan çapemeniyê.

Beriya daxuyaniyê jinan li ber stranan govend gerandin.

Paşê Endama platformê Ayça Ozelkose, di daxuyaniyê de axivî û got:

Jiyan û mafê bi mîlyonan jin, di biryara zilamekê de nabe ku bê bi cihkirin. Nabe ku canê bi milyonan jin qûrbanê bekaya zilamekê bê kirin.

Me jinan ev peyman, bi tekoşîn, bi xwîn û keda xwe qezenc kir. Hûn nikarin mafên me ji me bigirin û me mehkûmê tundî û mirinê bikin.

Em ê destûrê nedin vê yekê û dev ji peymanê bernedin.

Li navçeya Mugla Bodrumê jî jinan li dijî feshkirina peymana Stenbolê çalakiyek lidarxistin.

Polîsen dewleta Tirk xwest çalakiya jinan asteng bike.

Jinan astengî derbas kirin û çalakiya xwe domandin.

Di daxuyaniyê de jinan destnîşan kirin ku, piştî betalkirina peymanê 6 jin hatin qetilkirin û wiha gotin

Em her tim bi şîarê destnîşandikin ku “peymana Stenbolê dide jiyandin.

Ji bo ve jî em ê her tim li qadan bin û bêjin peymana Stenbolê dide jiyandin.

Ji ber ku peymana Stenbolê ya me ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv