Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Di têkiliyên Tirkiyê û Yekitiya Ewrûpayê de bihar e: Çav li rê ye peymaneke din a penaberan çêbibe 30.03.2021

 

DI TÊKILIYÊN TIRKIYE Û YE’YÊ DE BIHAR E!
ÇAV LI RÊ YE PEYMANEKE DIN A PÊNABERAN ÇÊBIBE

Di biryarên lîderên Yekitiya Ewrûpayê de zimanê erênî, gelekî tesîr li AKP û MHP’ê kiribû ku ew jî ewqasî ne li bendê bûn.

Herçiqwasî çend gotinên rexnekirina demokrasî, hiqûq û mafên mirovan hebûn jî, heta dawiyê pêşî li Tirkiyeyê hatibû vekirin.

Tirkiyeya ji aliyê aborî ve bi bin ketiye, bi pereyên wê ji ewrûpayê were dilê xwe xweş kir.

Lewra lîderên ewrûpî ji Tirkiyeyê re gotibûn eger tu rehet bisekinî, emê bi peymaneke din a pênaberan pereyên zêdetir bidin te.

Heta eger Erdogan wan tehdît neke, bi çêkirina peymaneke nû ya yekitiya gumrukê wê aboriya Tirkiyeyê jî rakin.

Tirkiyeya ji vê rewşê kêfxweş bû, rabû propagandaya yekîtiya Gumrikê ya bi Tirkiyeyê re kir.

Li gorî çapemeniya wan, ewê Yekîtiya Gumrikê were berfirehkirin û ji bo xizmeta vê yekê wê ewrûpî ji AKP ê MHP’ê re pereyan birijînin.

Erka pêkanîna van peymanan jî lîderên Ewrûpî dabûn konsey û komisyona Yekitiyê.

Ji bo gava yekemîn Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Şarl Mîşel û Seroka Komîsyona wê Ursula von der Leyen wê di 6ê nîsanê da Tirkiyeyê ziyaret bikin.

Li Tirkiyeyê hevdîtina wan a herî girîng jî bi Serokomar Erdogan re ye.

Li ser hisabên xwe yên Twîtterê rayedarên Yekitiya Ewrûpayê gotin ewê di mijarên aborî, koçberî, çûyîn û hatina welatiyan de bi Tirkiyeyê re hevkarî were xurtkirin.

Piştî wan jî wê wê dor were Yunanîstanê.

Wezîrên karêbarên derve yên herdû welatan wê li Enqerê bi mijara Koçberan bicivin.

Yunanîstan dixwaze pênaberên îlticaya wan qebûlnekirine li Tirkiyeyê vegerîne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv