BERXWEDANA EMÎNE ŞENYAŞAR A JI BO EDALETÊ
DÎSA TEVÎ KURÊ XWE LI BER EDLIYA RIHAYÊ HAT BINÇAVKIRIN
“Destên min berdin, zarokên min berdin da em herin mala xwe”
Emîne Şenyaşar a li dijî zilm û faşîzma dewleta Tirk her roj bi vî rengî diqîre, careke din bû hedefa êrişê.
Di roja 22’yan a çalakiya xwe de ku ji bo edaletê li ber edliya Rihayê li dar dixe, polîsên dewleta Tirk careke din êrişî wê kirin.
Polîsan Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît kirin binçavan.
Emîne Şenyaşar di dema binçavkirinê de ji polîsan re got, herin kujeran bigirin, hûn çima me digirin?
9’ê Adarê li ber Edliya Rihayê dest bi çalakiya xwe ya bi daxwaza edaletê kir.
15’ê Adarê û 25’ê Adarê dîsa bi kurê xwe Ferît re hat binçavkirin.
Êrişên li dijî malbata Şenyaşar li ser talîmata parlementerê AKP’ê yê kujer Îbrahîm Halîl Yildiz pêk tên.
Tevî êrişan jî Emîne Şenyaşar dest ji berxwedana xwe bernade û bi biryar e dengê xwe bigihîne her deverê.
Dayika Emîne û kurê wê Ferît ku piştî îfadeya wan hat girtin, hatin berdan dîsa vegeriyan cihê çalakiyê û çalakiya xwe domandin.