ZEXTÊN PDK’Ê LI SER WELATIYAN
WELATIYEK JI BER KU REXNE LI HIKUMETÊ KIR HAT REVANDIN
Li Başûrê Kurdistanê berya demekê hikumeta herêmê derbarê bazirganên wesayitan de biryarek xist meryetê.
Li gorî biryarê kesên ku bazirganiya wesayitan dike, dema wesyatik difiroşe divê 100 dolar baç bide hikumetê.
Piştî vê biryarê welatiyê bi navê Karwan Ebdulwehit, rexne li hikumeta herêmê dike û dibêje;
Hikumet li gorî berjewendiya welatiyan kar nake.
Piştî vê rexneyê Asayîşa Hewlêrê bi ser mala Karwan Ebdulwehit de digre û binçav dike.
Heta niha aqobeta Karwan Ebdulwehit nayê zanin.
Li başûrê welat heta niha bi sedan kes ji ber rexnekirna hikumetê, ji aliyê PDK’ê ve hatine binçav kirin û heta niha qaobeta hin jiwan kesan nayê zanîn.