Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rêdûr Dîjle: ‘Ev der Amed e: Ev nok li vî tehtî şîn nabin!’

 

EV DER AMED E: EV NOK LI VÎ TEHTÎ ŞÎN NABIN!
RÊDÛR DÎJLE / POLÎTÎKA AZAD

Di 1975’an de gava Turkeş gotibû, “Ez diçim Moskova Biçûk” yanî Amedê, gotibû: “Tu ferq di navbera Kurd û Tirkan de tine, goşt û neynok ji hev nabin.”

Rast e, goşt û neynok ji hev nabin. Ji lew re, ev xisûsiyeteke xwezayê ye. Lê “goşt û neynoka” vana, ne ew goşt û neynoka em behsa wê dikin.

Ji her kesî kifş e, ya wan goşt û neynokeke xasûk e. Eynî wekî pençikên axtapotê ne. Xulaseya nebanbûnê ye. Û ev xulase, mêtinkarî bi xwe ye!

Eynî wekî mêşina ku berxika xwe hilnede: “Malê heram, doh za îro neban bû! Berxa xwe hilnade!”

Di vê nebanbûnê de li gorî îmaja xwe alemekê diafirînin. Bi vê îmajê re jî ji bo kirinên xwe rewa bikin, mêtinkariya xwe wekî afirîdeyek di bin mirovan re didin der. Yanî kirasekî derewîn ê mirovperweriyê lê dikin. Bi vî kirasî re jî çi tiştên aborî, siyasî, çandî û civakî yên wê xaka dagirkirî hebin, çi tiştên wê yê exlaqî û estetîk hebin, bê hesab û kîtab mafê bikaranîn û teserifa wan bi xwe de dibînin. Lewma tim xwe disipêrin gotinên nerm î mirovpewer ên wekî “em goşt û neynok in” ku wan bi xwe ti carî bawerî pê neaniye.

Lê tişta ji bîr dikin: Ev kiras wê ti carî li vê bejnê nefesile! Û nefesilî jî.

Amediyan dek û dolabên wan li nav çavên wan xistin! Sonda bircên kelehên Sûrê li canê xwe xistin. Gotin “ahd li canê me ketibe, em ê nehêlin hûn bigihên mexseda xwe.” Û nehiştin jî. Bûn ji pola. Qefle bi qefle rabûn ser piyan.

Xweziya Turkeşê gurgeboz, xoceyê Devlet Bahçeliyê devbixwîn di qirikê de hiştin. Li dor Qada Şêx Seîdê nemir bûn xelek, nehiştin bê herimandin.

Çawa ku beriya bi çil û heft salan bi can û cesedên xwe bûn bend û nehiştin “nebanbûn” gav bavêje warê wan û bîranînên wan biherimîne, tilî di exlaq û estetîka wan re rabike, niha jî ji refleksên wan xuya ye, ji berê bêtir li ser a xwe ne!

Ji helwesta wan xuya ye wê nehêlin qibleya Sûra dîrokî Kirklar Daxî, bi navê Devlet Bahçeliyê xwîn ji deva dibare, bê herimandin.

Û ji helwêsta wan xuya ye, wê berxwedana hewariyên “dê dawî muhteşem be” berz û bala bikin.

Ji lew re ev der ne Moskova Biçûk e, ev der çawa beriya bi çil û heft salan Amed bû, hê jî Amed e. Û dê nokên qesasan li vî tehtî şîn nebin!

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv