Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Farûk Sakik: ‘Dîsa DAIŞ, dîsa Kobanê’

 

DÎSA DAIŞ, DÎSA KOBANÊ
FARÛK SAKIK / RONAHÎ

Bihara gelan dema dest pê kir li her deverê di demek kurt de şoreş pêk dihat. Dema bayê şoreşê berê xwe da Sûrî, herkesî texmîn dikir ku wek welatên din wê tavilê encamê bigirin. Lê wisa nebû, hevsengiyên Sûrî cûda bûn. Hin hêzên din hebûn Amerîka û Rûsya. Piştî demekê me dît ku dewleta Tirk hin çete daye pêşiya xwe û ber bi Sûrî ve bi rê ketiye.

Di vî şerî de Kurd jî ji bo statuya xwe ava bikin, ketin nava hewldanan. Bi Şoreşa Rojava re rêveberiyên xweser hatin ragihandin.

Lê ev Şoreşa Rojava herî zêde dewleta Tirk a dagirker aciz dikir. Dem hat bi nave DAIŞ belayek bi rêxistin kirin û li Sûriyê pêşî li wan vekirin. Dema ku terora DAIŞ’ê har bû, ji bilî Kurdan tu hêzek tune bû ku li ber xwe bide. Dewlet jî teslîmî van çeteyan bûbûn (li Reqa û Mûsilê).

Di sala 2015’an de DAIŞ berê xwe da Kobanê. Dewleta Tirk ev hedef dabû pêş wan. Lê berxwedana Kobanê ji bo DAIŞ’ê bû destpêka qonaxa têkçûnê. Û serkeftina li Reqayê jî ji bo DAIŞ’ê bû têkçûneke mezin.

Li aliyê din dewleta Tirk a dagirker jî li pey tola DAIŞ’ê bû. Têkçûna DAIŞ’ê ji Kobanê dest pê kiribû û wan jî bi israr ev der dixwestin. Karê ku DAIŞ’ê nekarî bibe serî, dixwestin temam bikin.

Îro dewleta Tirk êdî dibêje; ew sozê li Astanayê, li Cenevê ji me re hat dayîn divê bi cih bên. Dibêjin ji xwe wan hucreyên DAIŞ’ê yên veşartî jî ketin nav tevgerê.

Li stratejiyeke nû digeriyan, bi topbaran û bi sûîqestan dixwazin di nav civakê de tirsê biafrînin da ku herêmê ji niştecihên wê vala bike.

Heger îroj dewleta Tirk ketibe nav van liv û tevgeran, dibe ku li pişt wan perdeyên tarî hin sozên nû girtibe. Divê ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Idlibê parçeyek din ji axa Rojava hatibe pêşkêşkirin û qûrbankirin.

Li gorî her ihtimalî pirsgirêka Sûrî dikare roj bi roj xirabtir bibe. Ji ber vê yekê rêveberiya xweser bi lez û bez pêkhateyên gel li gorî rewşa şer birêxistin û amadekar bike.

Êdî tahamula kurdan nemaye û naxwazin, li lîsteya heremên werin rizgarkirin (Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî) Kobanê jî were zêdekirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv