Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dr. Hayrî Hazargol: ‘Ruhê 75’an rabe ser piyan!’

 

RUHÊ 75’AN RABE SER PIYAN!
DR. HAYRÎ HAZARGOL / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Dixwazin navê dewlet Bahçelî li daristaneke Kirklar Dagi a nêzî pira deh derî bikin. Helbet qeyûmê ku li şaredariya Amedê hatiye bicihkirin dixwaze vê yekê bike. Jixwe îradeya gel jî temsîl nake. Ji ber vê yekê jî teserûfeke ku herî zêde gel li dijî wê ye dixwaze bike. Ya rast, talîmata tifaqa AKP/MHP’ê raste rast tîne cih. Herkes dizane ku ev talîmat jî bi agahiya Tayîp Erdogan pêk tê. Mexseda desthilata AKP/MHP’ê ya ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd çi be, mexseda bi navkirina daristaneke bi navê Dewlet Bahçelî jî heman tişte.

Tifaqa AKP/MHP’ê dixwaze koka Kurdan bi qelîne. Ji ber ku dane vê yekê piştrast dikin. Di encamê de qeyûmê ku hat erkdarkirin, wekî karê destpêkê, her navê ku xwesteka azadiyê ya gelê Kurd bibîr dixistin ji holê rakir. Jixwe ji bo jenosîda çandî çi ji destê wan tê dikin…

Niha jî dixwazin navê kesê ku Kurd, Kurdistan û çiqas tiştên bi Kurdayetiyê ve girêdayî heye înkar dike li daristaneke Amedê bikin. Devlet Bahçelî xwedî wê zîhniyeta Turanî û Tirkîtiyê ye û dixwaze serwer bike û Kurdan bi awayekî fîzîkî û çandî di jenosîdê re derbas bike. Hemû gelê Amedê jî dizane ku armanca binavkirina Devlet Bahçelî li daristaneke Amedê tê çi wateyê. Devlet Bahçelî nikare biçe Amedê. Dixwazin berê navê wî pişt re jî wî veguhêzin Amedê.

Lê belê gelê Amedê destûr nade vê yekê; nahêle ne nav û ne jî cismê kesekî ku hebûna wan qebûl nake bikeve amedê. Devlet Bahçelî jî vê yekê baş dizane. Di 1975’an de lîderê avakar û başbûxê MHP’ê xwestibû here Amedê. Ne tenê rêxistinên Kurd ên li Amedê, ji 7 heya 70 salî gel daketibû kolanan, nêzî sed hezar kesî rê nedan Alparslan Turkeş bikeve Amedê.

Kesên ku dixwazin navê Devlet Bahçelî li daristaneke Amedê bikin vê kevneşopiyê baş dizanin. Xelkê Amedê vê yekê wekî jiholê rakirina hafizeya xwe di nirxîne. Ya rast wekî êrişeke li dijî Kurdayetiya xwe dibîne.

Vekiriye, ku tifaqa AKP/MHP’ê di nava 6-7 salan de ya aniye serê Kurdan û êşa bi wan daye kişandin zêdetirî ya sedsalî ye. Êrişeke bi vî awayî di hemû dîroka komarê de nehatiye dîtin.

Lê belê di nava van 6-7 salan de gelê Kurd jî zanistiyeke bi qasî sedsalî bidest xistiye. Neyartiya li dijî Kurdan jî pir baş dîtiye. Êdî ne dikarin Kurdan ji holê rakin û ne jî bixapînin.

Kurdên ku vê rewşê fêmnekiribe jî ew Kurd e ku dev ji kurdayetiya xwe berdaye û serê xwe li bin kêra jenosîdê daniye. Ji ber vê yekê jî helweteke li hemberî vê rewşê, helwesteke li dijî jenosîdê ye; helwesta parastina hebûna xwe ye.

Ji vî alî ve em dibêjin ruhê 75’an radibe ser piyan. Dema ruhê 75’an rabe ser piyan jî ev nav û ew kesên dixwazin vî navî bidin wê li kuneke ku bikevinê bigerin.

Li devereke ku ruhê 75’an lê hebe, ne qeyûm, ne Tayyîp û ne jî Devlet Bahçelî, navê dijminekî Kurdan li wê daristanê bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv