Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Aysel Avesta: ‘Ji bo bijî divê were berdan’

 

JI BO BIJÎ DIVÊ WERE BERDAN
AYSEL AVESTA / POLÎTÎKA AZAD

Daraz, qanûn û edalet li gorî berjewendiyên desthilata AKP-MHP’ê tevdigerin. Rojane nûçe û agahiyên mirinan ji zindanan tên. Qîrînên dayikan ên ji bo edaletê jî wijdanên mirovan dihejînin. Xizanî û hejariyê mirov ji jiyanê bêzar kirine.

Kuştin, şidet û xwekuştin bûne rûtîna welêt. Weke ku rewşeke kêf û seyranê heye jî derdikevin ser ekranên televîzyonan û hewl didin xelkê bi derewên xwe bixapînin.

Li gel vê rewşa kambax, ev demeke êşkence û zilma li zindanan jî mijara sereke ya rojevê ye. Girtiyên ku cezayên wan qediyane, nayên berdan. Yên nexweşiyên wan giran in, nayên dermankirin û wan ji mirinê re dihêlin. Yek ji wan girtiyan jî Aysel Tugluk e.

Parlementer û Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Aysel Tûglûk, ji 28’ê Kanûna 2016’an ve li zindana Tîpa F ya Kandirayê dîlgirtî ye. Aysel Tuglukê nêzî 6 salan li Meclîsa Tirk parlementerî kiriye û di nava civakê de bi nasnameya xwe ya hiqûqî û parêzvaniya mafên mirovan jî gelekî tê nasîn. Ew di heman demê de bi kesayeta xwe ya humanîst jî tê naskirin.

Dewleta Tirk xwe li miriyên Kurdan jî ranagire, bi êrişeke nijadperest cenazeyê dayika Aysel Tugluk ji goristanê derxist. Vê hovîtiye bandoreke mezin li ser derûniya wê kir û hişt ku nexweşiyeke giran lê peyda bibe. Di çanda her civakê de rêz û hurmeteke mezin ji bo miriyan tê girtin. Merasîmên cenazeyan bi qasî dîroka mirovahiyê girîng in.

Lê dewleta Tirk destûrê nade ku miriyên Kurdan jî li gorî rê û resmên olî bên veşartin. Cenazeyên zarokên dayikan bi kargoyê ji wan re dişînin.

Wekî din li zindanê destpêkê êşkence li Garîbe Gezerê kirin, dest avêtine wê û paşê jî qetil kirin. Jinên ku ev hovîtî protestokirin jî cezayê dsîplînê li wan hat birrîn. Ji ber heman helwîstê qardiyanan gef li hevseroka KCD’ê Leyla Guven xwar.

Baş e, gelo ev qardiyan vê hêzê ji kê digirin û êriş dikin? Gefê li girtiyan dixwin ku ew ê wan bikujin? Heger dewlet û desthilat ne li pişt wan be, gelo dikarin evçend bi çavsorî êriş bikin.

Jixwe, ev bi salan e ji bo jiyaneke bi wate, berxwedaneke mezin bi pêşengiya jinan dewam dike. Vê berxwedanê rejîma faşîst aniye ber mirinê û hêdî hêdî pergala wê belav dike. Her kes vê rastiyê dibîne êdî.

Ji bo azadiya girtiyên nexweş hemûyan û ji bo bi dawîkirina tecrîd û êşkenceyê li dijî gelê Kurd û her kesê bi azadiyê bawer, divê tevlî vê berxwedanê bibe. Dawiya faşîzmê nêz e, berxwedan wê edalet û aşîtiyeke bi rûmet bîne.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv