Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Bierbaum: ‘PKK nirxên mirovahiyê diparêze, divê ji lîsteya terorê bê derxistin’

 

XEBATÊN DERXISTINA PKK’Ê YA JI LÎSTEYA TERORÊ
BÎERBAÛM: PKK NIRXÊN MIROVAHIYÊ DIPARÊZE, DIVÊ JI LÎSTEYA TERORÊ BÊ DERXISIN”

Serokê Partiya Çepgir a Ewropayê Heînz Bîerbaûm jî piştgirî da kampanyaya derxisitina PKKê ya ji listeya terorê.

Bîerbaum da xuya kirin ku PKK di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de nirxên mirovahiyê parastine û got: “Qedexeya li ser xebatên vê tevgerê, li pêşiya aştiya Tirkiyê-Kurdistanê astengiyan derdixe holê.

Bîerbaûm pêşniyaz kir ku welatên Ewropî PKKê weke tevgera azadiya kurd nas bikin û wiha axivî;

”PKK û hevalbendên xwe di şerê li dijî DAIŞê de bi hezaran ferdên ji etnikên cuda ji qirkirinê rizgar kirin. Welatên Ewropayê divê tevgera azadiya kurd, PKKê nas bikin û weke îşaretê piştevaniyê pêşî dikarin qedexeya li ser xebatên wê rakin û navê wê ji lîsteya terorê derbixin.”

Bîerbaûm da xuya kirin ku ji ber qedexeya li ser PKK’ê, Kurd ne tenê li Tirkiyê, li Ewropayê jî maxdûr dibin, mafê wan têne desteserkirin û ji jiyana siyasî têne dûrxisitin û wiha axivî:

”Qedexeya li ser PKK’ê nahêle ku li Ewropayê tevgerên Kurd ên yasayî jî aktîf bin. Ev yek hem mafên kurdan yên kombûn û çapemeniyê binpê dike hem jî li pêşiya entengrasyonê asteng e.”

Bîerbaûm hevkariya leşkerî ya dewletên Ewropî ya bi dewleta Tirk re jî şermezar kir û bang li van welatan kir ku çek û malzemeyên eskerî nefiroşin Tirkiyê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv