HIŞTINA PKK’Ê DI NAVA “LÎSTEYA TERORÊ” DE
RÊXISTINÊN CIWANAN BANGA TEVLÊBÛNA KAMPANYEYA ÎMZEYAN KIRIN
Kampanyeya ji bo PKK ji “Lîsteya Rêxistinên Terorîst” bê derxistin dewam dike.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jin ên Ciwan ên Têkoşer jî bi daxuyaniyekê banga tevlêbûna kampanyayê kirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê êdî PKK ji lîsteyê bê derxistin û wiha hate gotin.
“Rêya çareseriya aşitiyane bi diyalog û danûstandinan dibe. Di vê diyalogê de pêwîstî bi PKK’ê heye.
Hiştina PKK’ê li nav ‘lîsteya rêxistinên terorê’ li pêşiya çareseriyê astengî ye.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku PKK li Rojhilata Navîn ji bo gelan têdikoşe.
Di daxuyaniyê de têkildarî kampanya îmzeyan wiha hate gotin.
“Em bi biryar in ku kampanya îmzeyan li Ewropayê li her qadê bi ser bixînin.”
Ciwanan di daxuyaniya xwe de ev bang kir.
“Em ji vê derê bang li Kurdistaniyan hemûyan, ciwanan û dostan dikin; li her qadê vê kampanyayê mezin bikin.”
Di dawiya daxuyaniyê de bang li ciwanan hate kirin, ku ji bo PKK ji lîsteyê bê derxistin dakevin qadan û têkoşînê mezin bikin.