Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Starta kampanyaya ‘PKK’ê ji lîsteya terorê derxin’ a îmzeyan li Ingîlistanê hat dayîn

 

KAMPANYA “PKK’Ê JI LÎSTEYA TERORÊ DERXIN”
STARTA KAMPANYAYA ÎMZEYAN LI INGÎLISTANÊ HAT DAYÎN

Ji çar aliyên Cîhanê zêdetirî hezar kesayetên di nava wan de fîlozof, akademîsyen, senator, parlementer, rojnamevan û nivîskar hene, dijî neheqiya li ser gelê Kurd dengê xwe kirin yek û 13’ê Kanûnê kampanyayek bi navê “PKK ji lîsteya rêxistinên terorê derxin” dan destpêkirin.

Di çarçoveya vê kampayayê de li gelek welatên Ewrûpayê starta kampanyayê hat dayîn û îmze tên komkirin.

Bi pêşengiya ciwanan li bajarê Almanya Koln, li bajarê Fransa Marsîlya û li bajarê Swîsre St. Gallenê dezgeh hatin danîn û îmze hatin komkirin.

Ciwanan diyar kirin ku ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteyê çi ji destê wan were ewê bikin.

Di vê navberê de li Ingîlistanê starta kampanyayê hat dayîn..

Endamên Tevgera Cîwanên Şoreşger û Jin ên Ciwan ên Têkoşer li li Londonê li hevciviyan û starta kampanyayê dan.

Di vê kombûnê de ji bo PKK ji ‘lîsteyên rêxistinên terorê’ bê derxistin’ îmze hatin komkirin.

Ciwanan dan zanîn ku ji bo derxistina partiya wan ji lîsteyê ew ê li her derê xebatan bimeşînin..

Li aliyê din ji bo azadiya rêber APO ciwanan li banliyoya Drancy a paytexta Fransa Parîsê jî meşek li dar xist.

Ciwanan piştî meşê daxuyaniyek dan û banga daketina qadan kirin..

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv