Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rêxistina HDP’ê ya Batmanê kongreya xwe ya 4’an pêk anî

 

“NIHA DEMA HDP’Ê YE”
RÊXISTINA HDP’Ê YA BATMANÊ KONGREYA XWE YA 4’AN PÊK ANÎ

Niha Dema HDP’ê ye.

Rêxistina HDP’a Batmanê bi vê şîarê kongreya xwe ya 4’an li dar xist.

Parlementer, nûnerên partî û rêxsitinên civakî jî di nav de bi hezaran kes beşdar bûn..

Hêrsa gel a li dijî tecrîdkirina Rêber APO mohra xwe li rojeva kongreyê xistin.

Piştî rêzgirtinê, axaftina vekirinê ji aliyê hevserokên HDP’ê Batmanê Fatma Ablay û Omer Kûlpû ve hat kirin.

Hevserokan di axaftinên xwe balkilşdin ser giringiya têkoşîna li dijî faşîzmê..

“NIHA DEMA HDP’Ê YE”
TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TECRÎDÊ MOHRA XWE ROJEVA KONGRÊYA BATMANÊ DA

Parlementerê HDP’ê Dr. Nejdet Îpekyûz jî li ser girîngiya têkoşîna li dijî tecrîdê axivî û got:

Birêz Ocalan rêberê gelê Kurd e, dewlet bi tecrîdê bêrûmetiyê li ser me ferz dike.

Lê belê em ê bêrûmetiyê qebûl nekin.

“NIHA DEMA HDP’Ê YE”
PERVÎN BULDAN: EM Ê DESTKETIYÊN XWE BIPARÊZIN

Paşê hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan xîtabî beşdarên kongreyê kir û balkişand ser berxwedêraya xelkê Batmanê.

Pervîn Buldan da zanîn ku ku ew ê tu carî ji têkoşîna xwe paş de gav neavêjin ê wiha got.

Kurdan bi berxwedanê xwe gihandin nava mirovahiya herî bi rûmet a cîhanê.

Bêguman em ê vê têkoşînê mezintir bikin.

Ji ber ku doh çawa tiştekî me winda bikira tinebû, îro jî gelek nirxên me yên em biparêzin hene.

Ji bo wê jî çi bikin wê nikaribin me ji doza me ya mefdar vegerînin.

“NIHA DEMA HDP’Ê YE”
PERVÎN BULDAN: ÇÎROKA REJÎMA FAŞÎST A AKP/MHP’Ê QEDIYA YE

Pervîn Buldan destnîşan kir ku çîroka AKP’ê û şirîkê wê yê piçûk MHP’ê qediya ye û got:

Êdî dem dema HDP’ê ye..

Ji ber ku ditirsin, lewma ewqas êrişî partiya me dikin.

Lê soza me ye.

Em ê dawiya wan bînin û tevî qeyûmên îradeya gel xesbkirine wan ji Kurdistanê biqewirênin.

“NIHA DEMA HDP’Ê YE”
PERVÎN BULDAN: DIVÊ DEMILDEST DAWÎ LI TECRÎDKIRINA BIRÊZ OCALAN WERE ANÎN

Yek ji mijara ku hevseroka HDP’ê bi berferihî li ser rawestiya tecdîrkirina Rêber APO û zilma li zindanan bû.

Pervîn Buldan diyar kir ku Rêber Apo ji bo tevahiya gelên herêmê heviya herî mezin e û axaftina xwe wiha domand.

Tecrîd sûcê mirovahiyê ye.

Nabê mirovekî jiyana xwe humû ji bo azadî, demokrasî û aştiyê fedakiriye were tecrîdkirin.

Divê demildest dawî li tecrîdê were û pêşî li hevdîtinan were vekirin.

Tecrîd li tevahiya zindanan belev bûye.

Tevî bang û nerazîbûnan jî ji zindann cenaze derdikevin.

Ev pirsgirêka me gişan e.

Li himberî zilmê, divê em giş bi awayekî topyekun li ber xwe bidin.

“NIHA DEMA HDP’Ê YE”
PERVÎN BULDAN: DIVÊ HILBIJARTINA PÊŞTWEXT PÊK WERE

Pervîn Buldan banga xwe ya ji bo hilbijartina pêşwext jî dubare kir û got.

Divê kes ji stratejiya HDP’ê şûpe neke..

Rêya me rêya demokrasî û azadiyê ye.

Em ji xwe bawerin û amadene welat bi hev re birêve bibin.

Piştî axaftinan hilbijartin pêk hat.

Huseyîn Sarik û Huriyet Kaytar bûn hevserokên nû yên HDP’a Batmanê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv