Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Zekî Bedran: ‘Şengal, dijminatiya Kurdan û hevkariya bi dijmin re’

 

ŞINGAL, DIJMINIYA KURDAN Û HEVKARIYA BI DIJMIN RE
ZEKÎ BEDRAN / RONAHÎ

Dewleta Tirk di dijminayiya Kurdan de sînor nas neke. Vê bi awayekî fermî jî her tim dibêje. Pêwîstiyê bi veşartinê nabînin. Lewra bawer dikin ku Kurd lewaz in û destekeke baş ji dinyayê nagirin. Pişta xwe dane hêzên weke Amerîka û NATO. PKK û Kurdên berxwedêr wek terorîst ragihandine. Qirkerên Tirkan jî vê firset dibînin û êriş û kuştinê didomînin. Dewleta Tirk a qirker û dagîrker, di rojên dawî de êrişên ser Şingalê pir zêde kiriye.
(…)

Erdoganê faşîst û hevparên wî li Qadên Parastinê Yên Medya bi îrade û berxwedaneke bê hempa ya gerîla re rû bi rû ma. Ji meha Nîsanê ve plan kirin ku bi êrişên hewayî û çekên kîmyawî gerîla bişkînin û heta Qendîlê dagîrkeriyê fireh bikin. Bi taybetî jî Erdogan û Bahçelî paşroja xwe bi şer ve girê dane.

Ji bilî wê şansê wan yê desthilatiyê nemaye. Dixebitiyan bi afirandina atmosfera serkeftinekê biçin hilbijartinê û temenê desthilatiya xwe dirêj bikin.

Li başûrê Kurdistanê tişta dixwestin bi dest nexistin. Pişt re dest bi êrişa ser Rojava kirin û dagîrkerî xistin rojeva xwe. Erdogan gef li Rojava xwarin. Ji bo vekirina qada hewayî bi Amerîka û Rûsya re ketin bazarê. Lê heta niha encam negirtine. Di vê navê re ji bo ku vala nemînin Şingal xistin rojeva xwe.

Erdogan Tirkiye ber bi qeyraneke giran a aborî ve bir. Pirsgirêkên welat her ku çû girantir bûn. Li dinyayê baweriya pê şkest. Di tecrîdeke cidî de ye. Ji bo rizgariya ji tengezeriyê berê xwe daye Îsraîl û welatên erebî. Erdogan û hevparên wî yên faşîst amade ne bi tevahiya dinyayê re têkiliya xwe baş bikin û tawîzan bidin.

Israîl, Amerîka û Rûsya jî di navê de çi hêz dibe bila bibe bi wan re rûdinin, tawîzan didin û stûyê xwe xwar dikin. Bi Kurdan tenê re rûnanin.
(…)

Digel piştgiriya ji Amerîka, NATO û kevneperestiya herêmê encama xwest bi dest nexistiye. Eger ji nava Kurdan hevkaran peyda neke tişta ku îro dixwaze bike, nikare wê jî bidest bixe. Lê mixabin PDK kiriye hevkarê xwe. Başûr di warê aborî de jî ji bo xwe kiriye bazareke vekirî. Başûr nefesê dide aboriya Tirk a li ber rûxînê.
(…)

Yên dewleta Tirk bi rê ve dibin û hevkarên wan bila bizanin ku êdî nikarin Kurdan bisekinînin û di qirkirinê re derbas bikin. Tê zanîn ku faşîstên weke Erdogan û Bahçelî dixwazin qirkirina Kurdan temam bikin. Lê Kurd zana bûne û xwe bi rêxistin kirine.
(…)

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv