Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şaswar Mamê: ‘Şer li eniyan e, hêz li kuçeyan e’

 

ŞER LI ENIYAN E HÊZ LI KUÇEYAN E
ŞASWAR MAMÊ / POLÎTÎKA AZAD

Di çend hefteyên dawîn de çeteyên DAIŞ’ê li herêmên Germiyan, Mexmûr û Kerkûkê gelek caran êriş kirin û di van êrişan de bi dehan welatî û pêşmerge şehîd bûn. Piştî ku li herêmê tevger û êrişên çeteyan zêde bûn, gelek pirsyar li ser şertûmercên eniyên şer ketin rojevê û ji ber ku tedbîrên pêwîst negirt, rexneyên cidî li Hikûmeta Herêmê hatin kirin.

Li gorî madeya 140’ê ya destûra Iraqê, gelek deverên ser bi Kerkûk, Mûsil, Diyale û Selaheddînê weke herêmên bi nakok ên di navbera Hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê de têne pênasekirin.
(…)

Li Iraqê artêşeke yekbûyî tine ye. Li kêleka artêşa Iraqê hêzên wekî Heşdî Şabî, milîsên ji derveyî hikûmetê hene. Li Herêma Kurdistanê jî hêzek an artêşeke hevpar a hikûmetê tine ye.

Hêzên PDK’ê li aliyekî û yên YNK’ê jî li aliyekî din bi serê xwe tevdigerin. Li gorî qanûnê, hêzên pêşmerge di bin sîwana Wezareta Pêşmergeyan de ne. Û serokê Herêmê fermandarê giştî yê hêzên çekdarên Herêmê ye, lê di rastiyê de ev hêz di bin fermana YNK û PDK’ê de ne. Ev rewşa leşkerî ji sedemên herî girîng ên bê îstiqrariyê ye li van herêman.
(…)

Ev çend sal e hêzên pêşmerge desteka lojîstîk û çekên pêşketî ji Koalîsyona Navneteweyî werdigirin û perwerdeyên leşkerî dibînin. Koalîsyona Navneteweyî mûçeyê bi dehan hezar pêşmergeyan dide. Lê PDK û YNK wan tenê ji bo parastina berjewendiyên xwe yên malbatî û partîtiyê bi kar tînin.

Hema van çend rojên bihurî di dema xwepêşandana xwendekaran de hejmareke zêde ji hêzên leşkerî tevî çekên giran û zirxî, li dijî xwendekaran hatin bikaranîn.

Her sal li Başûrê Kurdistanê gel ji bo bidestxistina mafên xwe, xwepêşandanan lidar dixe. Lê hikûmet, li şûna ku çekên ji Koalîsyona Navneteweyî wergirtine ji bo parastina xaka Kurdistanê bi kar bîne, li dijî xwepêşandêr û sivîlan bi kar tîne.

Ev jî nîşan dide ku desthilatdariya malbatên Barzanî û Talebanî ewqasî ji xwepêşandan û nerazîbûnên xelkê ditirse û weke metirsî li ser xwe dibîne, ewqasî ji DAIŞ’ê natirse û weke metirsî nabîne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv