Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hêlîn Cûdî: ‘PDK êrişan teşwîq dike’

 

PDK ÊRIŞAN TEŞWÎQ DIKE
HÊLÎN CÛDÎ / POLÎTÎKA AZAD

Dewleta Tirk weke ku dikare her roj li Êzîdiyan bide, mafê wê heye, êrişî Şengalê dike. Di van êrişan de siyasetvanên Êzîdî û fermandarên YBŞ’ê ku li dijî DAIŞ’ê şer kirine, qetil dike. Li dijî van êrişên li dijî Êzîdiyên ku xwedî baweriya herî kevnar a cîhanê ne, bêdengî heye. Bi bêdengiya xwe Iraq û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê jî dibin şirîkên sûc.

Jixwe, PDK her tim ji van êrişan re behaneyan çêdike; bi behaneyên xwe jî ji Tirkiyeyê re dibêje; li Şengalê bixe. PDK jî parçeyek ji van êrişan e. Ji ber vê jî ne hewce ye ku mirov nirxandinekê li ser PDK’ê bike. PDK’a ku doh pêşî li êrişên DAIŞ’ê vekir, îro jî pêşî li êrişên dewleta Tirk vekir. Bi vî awayî dewleta Tirk jî û PDK jî dixwazin tişta DAIŞ’ê nîvco hişt û nebir serî, temam bikin.

Dewleta Tirk ji bo êrişan meydana hewayî ya Iraqê bi kar tîne. Meydana hewayî ya Iraqê di bin çavdêriya Iraq û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê de ye. Tayyîp Erdogan ji serokwezîrên Iraqê re digot; “hûn kî ne?” Bi vî awayî jî eşkere dikir ku serweriya Iraqê nas nake.

Iraq ji dewleta Tirk re dibêje; “Ji Başîqa derkeve!” Tirkiye dibêje; “dernakevim.” PDK van êrişan teşwîq dike, îstîxbaratê dide; lê dema jê dipirsin jî dibêje; meydana hewayî, ne di kontrola min de ye. Lê wê rojekê ji PDK’ê re were gotin, temam meydana hewayî di kontrola Iraqê de ye lê tu çima rojekê dengê xwe dernaxî.
(…)

DAIŞ herî zêde ji ber êrişên xwe yên qirkirina Êzîdiyan û ji ber revandina zêdetirî 5 hezar jin û zarokên Êzîdî teşhîr bû. Ji lew re jî hin dewletan êrişên DAIŞ’ê yên li dijî Şengalê weke qirkirin nas kirin. Hin dewlet jî xwe amade dikin ku êrişan weke qirkirinê nas bikin.
(…)

Heke civakek bi jin û ciwanên xwe, bi kal û pîrên xwe, bi zarokên xwe re li dora armancekê kom bibe, teqez ew ê bigihîje mebest û mexseda xwe. Jinên Êzîdî dibêjin; ew ê ti carî dest ji doza xwe bernedin, ew ê xwedî li rêveberiya xwe derkevin. Ew jinên ku vê dibêjin, wê vê bikin jî.
(…)

Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê bi van êrişên xwe hem dixwaze li desthilatê bimîne, hem jî daxwazên PDK’ê tîne cih. Lê ev tifaqa faşîst ku di vê astê de êrişî gelekî mezlûm dike, ne dikare îqtîdara xwe biparêze ne jî dikare PDK’ê li Şengalê serdest bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv