ÇALAKIYA LI STRASBOURGÊ
HEVSEROKÊN KCDK-EWRÛPAYÊ: HETA AZADIYA RÊBER APO WÊ ÇALAKIYÊN ME BIDOMIN
Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan bi şîara ‘Wê azadî bi ser bikeve, ji bo Ocalan têkeve nav hewldanan’ 1’ê kanûnê li Strasboûrgê dest bi çalakiyekê kiribû.
Çalakiya di 1’ê kanûnê de dest pê kir di heftiya 3’yan de dewam dike.
Rojane sazî û dezgehên demokratîk ên kurdan tevî endam û rêveberên xwe nobetê bi dorvegerî didomînin.
Vê carê Hevserokên KCDK-Ewrûpayê tevî hevserokên federasyonan, nûnerên saziyên baweriyan FEDA û Civaka Îslamî ya Kurdistaê çalakî birêvebirin.
Hevserokên KCDK-Ewrûpayê Fatoş Goksungur û Yuksel Koç li ser navê çalakgeran bi rayedarên CPT re hevdîtinek jî pêk anîn.
Piştre hevserokan li nav çalakgeran di heqê navroka hevdîtinê de agahî dan.
Yuksel Koç destnîşan kir ku li ser navê maseya Tirkiyê ya CPT du kesan bi wan re hevdîtin pêk aniye:
ÇALAKIYA LI STRASBOURGÊ
CPT: ÇALAKIYÊN WE ME DIDE ZORÊ
Fatoş Goksungur jî diyar kir ku rayedarên CPT gotine rewşa li Îmraliyê bi raya giştî re parvekirine û wiha axivî:
Rayedaran ji me re got: çalakiyên we me didin zorê. Me jî ji wan re got heta hûn bi erka xwe ranebin wê ev çalakî dewam bikin.
Helbet armanca me ya sereke azadiya Rêber Apo ye û em ê têkoşîna xwe heta azadiyê bidomînin.