Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurdan a Baselê ‘Nobeta Azadî ji Ocalan re’ bi rêve dibin

 

NOBETA ‘AZADÎ JI OCALAN RE’
ENDAMÊN NAVENDA CIVAKA DEMOKRATÎK A KURDAN A BASELÊ NOBETÊ BI RÊ VE DIBIN

Nobeta “Ji Ocalan re azadî” di Hezîrana 2012’an de li bajarê Strasbourg ê Fransayê dest pê kir.

Ji wê demê ve, ango ev 10 salin Kurd û dostên xwe diçin pêşiya konseya Ewrûpa û dawa azadiya rêberê xwe dikin.

Nobedarên heftiya 495’an endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Baselê Mehmet Taş, Selman Orge û Mazlûm Kocakaya ne.

Li ser navê komê Mehmet Taş axivî û diyar kir ku gelê Kurd 10 sal in ji bo xwedîderketina li Rêber û nirxên xwe li ber saziyên Ewropayê bi biryardarî çalakiya nobetê de ne.

Bi rêya vê çalakiya xwe em siyaseta durû ya Ewrûpayê li rûyê wan dixin.

Heta ku Rêberê me azad nebe, em gelê Kurd azad nabe.

Ji ber wê jî heta azadiya Rêbertiyê em ê têkoşîna xwe bidomînin.

Bi heman aramcê li paytexta Yewnanîstan Atînayê jî çalakiyek pêk hat.

Meş li ber avahiya Akademiya ya Atînayê destpêkir û heta nêzî Sefaretxaneya Tirk berdewam kir.

Ciwanan di çalakiyê de bi cilên spî û maskeyan bal kişandin li ser bikaranîna gazên kîmyewî a ji aliyê dewleta Tirk ve.

Piştî meşê ciwanan bi zimanê Îngilîzî daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de gotin; azadbuna gelên Rojhilata Navîn bi azadbuna rêber Apo ve gêrê daye.

Lewra divê serî de kurdistanî û tevahiya gelên rojhilata navî ji bo azadiya Rêber Apo dakevîn qadan.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv