HEVDÎTINÊN BUTÇEYÊ YÊN LI MECLÎSA TIRKIYÊ
WEKÎLÊN HDP’Ê MECLÎS LI WEZÎR MEVLUT ÇAVUŞOGLU TENG KIR
Parlementerên HDP’ê di hevdîtinên buçteyê de sûcên rêveberiya Tirk radixin berçavan û ji wezîran hesab dipirsin.
Hevdîtinînên butçeya Wezarata Karên Derve jî, veguherî hesab-pirsîna êrişên li dijî Şengalê û wezîr Çavuşoglu jî xist nava zehmetiyan.
Wekîla HDP’ê Feleknas Uca di hevdîtinê de dijminahiya li dijî Kurdan destnîşan kir û biryardariya partiya xwe anî ziman:
Feleknas Uca di axaftineke din de jî êrişkariya Tirk ya li Şengalê û kuştina êzidiyan jî destnîşan kir.
Wekîla HDP’î bersiv da êrişên Çavuşoglu jî:
Parlementerê HDP’ê Hişyar Ozsoy jî sûcên artêşa Tirk ên li derveyê sînor û têkliyên bi çeteyên DAIŞ, Tahrîr El Şam û Talîbanan raxistin ber çavan.
Ozsoy li ser zimandirêjiya Serokê Koma AKP’ê Cahît Ozkan jî bersiveke tûnd da û got, “rûne li cihê xwe, li hemberî me tiliya xwe nehijîne.”
Piştî wezareta karên derve, hevdîtinên li ser butçeya serokkomariyê dest pê kirin.
Ji parlementerên HDP’ê Kemal Bulbul, Dîlan Dîrayet Taşdemîr û Zeynel Ozen li ser butçeya serokkomarî axivîn û sûcên Erdogan û rejîma yekkesî destnîşan kirin.