Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rêverberiya Xweser a Şengalê: ‘Berdêl çi dibe, bila bibe emê dest ji Şengala ‘xweser’ bernedin’

 

RÊVEBERIYA XWESER A ŞENGALÊ
“BERDÊL ÇI DIBE, BILA BIBE EMÊ DEST JI ŞENGALA ‘XWESER’ BERNEDIN”

Rêveberiya Xweser a Şengalê têkildarî êriş û peymanên qirêj ên li ser Şengalê daxuyaniyek da.

Di destpêka daxuyaniyê de îşaret bi bêdengiya hikûmeta Iraqê ya li hemberî êrişan hat kirin.

Li ber çavê koalîsyona navdewletî û hukûmeta Iraqê dewleta Tirk êrişî Şengalê dike.

Bingeha van êrişan ev peymana di navbera dewleta Tirk, hukûmeta Iraqê û PDK’ê de ye.

Civaka Êzidî û kesên di têkbirina li dijî DAIŞ’ê de bi roleke sereke rabûn hedefa êrişan e.

Şehîd Merwan Bedel, di parastina Şengal û axa Iraqê de bi roleke mezin rabû.

Dixwazin bi kuştina pêşengên civakê peymana 9’ê Cotmehê bixin meriyetê.

Rêveberiya Xweser a Şengalê êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya 3’ê Tebaxa 2014’an jî bi bîrxist û got:

Hukûmeta Iraqê û PDK’ê wê demê bi hezaran leşkerên xwe ji Şengalê vekişandin.

Gelê me di nav pencên çeteyên DAIŞ’ê de hiştin.

Bûn sedem ku bi hezaran jin, zarok û gelê me bikevin destê çeteyan.

Iraqa ku wê demê gelê me ji êrişa çeteyan neparast niha li hemberî êrişên hewayî jî bêdeng e.

Wê demê em vê pirs dikin… Gelo rola hêzên Iraqê ya li Şengalê ji bo çi ye?

Heya hukûmeta Iraqê li dijî dagirkeriya Tirk gavekê neavêje, wê ew jî şirîkê vê êrişê be.

Rêveberiya Xweser li ser helwesta xelkê Şengalê jî ev peyam da.

Me berê jî got û em niha jî dibêjin:

Bi hedefkirina kesayet û pêşengên civaka me, em ê ti gavê paşde neavêjin..

Banga me li wan kesên li dijî Rêveberiya Xweser kar dikin;

Banga bi taybetî li PDK’ê ye, ku bi rêya dezgehên xwe yê çapemeniyê bi zimanê dijmin diaxive…

Dest ji vî karê qirêj û rewakirina êrişên li dijî Şengalê berdin.

Civaka me êdî wê qebûl neke ti kes wan bi rêve bibe.

Berdêl çi dibe bila bibe, em ji doza Êzîdxana azad, Şengala Xweser nayên xwarê.

Em ê tola şehîdên xwe rakin.

Şengal wê li ber xwe bisekine û azad bibe.

Divê her kes ji bo parastina civaka Êzidî û Şengalê amade be.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv