Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Zekî Bedran: ‘Pêvajoya Astana bûye eniya dijberiya Kurdan û Rêveberiya Xweser’

 

 

PÊVAJOYA ASTANA BÛYE ENIYA DIJBER A KURDAN Û RÊVEBERIYA XWESER!
ZEKÎ BEDRAN / RONAHÎ

Berî sersalê hevdîtineke din a Astana çêbû. Çawa ku tê zanîn pêvajoya Astana ji aliyê Îran, Rûsya û Tirkiyê ve tê meşandin. Rûsya, ji bo civîna li Soçî, vexwendnameya ji nûnerên rêveberiya xweser re şand betal kir û bi faşîzma Tirk re bû hevkar. Bi vê hevkariyê rêveberiyên xweser yên bakur-rojhilatê Sûriyê li derve hatin hiştin. Jixwe berterefkirina Kurdan siyaseta Tirkan a bingehîn bû.

Em dikarin bêjin ku pêvajoya Astana bûye eniyeke li hemberî Kurdan û rêveberiyên xweser. Tê dîtin ku hikumeta Şamê di zorê de ye û bi serê xwe nikara li hemebrî vê tiştekî bike.

Di daxuyaniya piştî civîna Astana de wiha hat gotin: “Divê yekbûna siyaset û erdê Sûriyê bê parastin.”

Ev daxuyanî henekkirina bi aqilê mirovan e. Ya beşeke girîng ji erdê Sûriyê dagîr kiriye Tirkiye bixwe ye. Dagirkirinê jî bes nabîne qirkirina neteweyî dike. Pereyên Tirkan bi kar tîne, fakûlteyên tirkî vedike û amadekariyê dike ku van deveran bi ser welatê xwe ve zêde bike. Li van herêmên dagirkirî artêşê û hikumetê ava dike. Ev çawa parastina yekbûna Sûriyê ye?

Amanca gotina yekbûna siyaset û erdê Sûriyê Kurd û rêveberiyên xweser in. Rûsya û Îran jî tevlî vê bûne. Gelên bakur-rojhilatê Sûriyê erdê ti kesî dagîr nekirine, li hemberî yekbûna erdê Sûriyê derneketine.

Dema DAIŞ şikest Tirkiye dest bi dagîrkirina erdê Sûriyê kir. Divê civaka Sûriyê, rewşenbîrên wê, partî û rêxistinên wê bibînin ka bi pêvajoya Astana çi anîne serê Sûriye. Bi Astana dagirkeriya Tirkiyê rewa dikin. Ev dagirkerên faşîst êdî bûne xwedî û şirîkên Sûriyê.

Divê gelê Sûriyê baş bizane ku, eger ne ji piştgiriya Amerîka û Rûsya be, Tirkiye nikare êrişî Sûriyê bike û erdê wê dagîr bike. Bêyî piştgiriya hewayî artêşa Tirk nikare li erdê şer bike û li Sûriyê pêş bikeve.

Qada hewayî ya Sûriyê di navbera Rûsya û Amerîka de hatiye parvekirin. Di dagirkirina Efrînê de Rûsya qada hewayî vekir, li Serê Kaniyê Amerîka.

Qada hewayî ya Qamişlo di destê Amerîka de ye, ya Kobanê jî di destê Rûsyayê de. Bi balafiran evqas mirov hatin kuştin lê ji Amerîka û Rûsya dengek derneket. Diyar e ku li hev kirine û destûra van êrişan dane.

Daxuyaniya Astana jî bûye perdeya vaşertina van têkiliyên qirêj û kuştinan. Em bêwate nabêjin pêvajoya Astana bûye eniya dijber a Kurdan û rêveberiyên xweser!

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv