Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Seydî Firat: ‘Helwesta li dijî têkçûnê’

 

HELWESTA LI DIJÎ TÊKÇÛNÊ
SEYDÎ FIRAT / YENÎ YAŞAM

Desthilata AKP/MHP’ê ji bo neçareserkirina pirsgirêka Kurd kûr bike û xeta neçareserkirinê tahkîm bike; di asta herêmî de strastejiya dorpêçkirina Kurdan daye destpêkirin. Dest bi dagirkeriyan kir. Di asta herêmî de kete şerê hakîmiyetê yê jeoplolîtîk û vê yekê kûrtir kir. Di rewşa heyî de ev jênederketin veguheriye rewşa herifînê. Têkçûna li qada leşkerî ku bû sedema giran a maliyeta stratejîk, aboriyê ber bi herifînê ve bir. Ev herifîn li têkiliyên navnetewî jî sirayet kir û li hundir û derve ber bi herifîneke mezin ve kaşkir. Desthilat tenê dikare bi zilmê, xespê û tehdîdê hebûna xwe tahkîm bike.

Desthilata AKP/MHP’ê hesaban kir ku wê di demeke kin de û pir bi hêsanî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bi tepisîne, lê hesabên wê hev negirt.

Gelê Kurd li hemberî zilim, hilweşîn û êrişên dagirkeriya desthilatê, berxwedan û têkoşîneke mezin dide. Ew têkoşîna li herêmê û navnetewî bandoreke mezin çêkiriye. Têkoşîneke ku hêvî dide moirovahiyê û rêz dide sekna wê ya exlakî û wijdanî.

Li hemberî vê rastiyê senaryoya desthilata AKP/MHP’ê ya neçareserkirina pirsgirêka Kurd, polîtîkayên dagirkeriyê û rejîma yekmirovî nikare pêşerojekê ava bike.

Ji aliyekê ve ev senaryo bi texrîbat û hilkweşîna ku li ser civakê kiriye barkiriye. Civak bertek nîşan dide, gelê Kurd, kedkar, yên tên perçiqandin, jin, xwendekar, odeyên pîşesaziyê bertek nîşan didin. Ev hemû li hemberî zilim, talan, hilweşîn û derewên desthilatê di nava têkoşînê de ne.

Saleke ku bi têkoşîneke mezin tije bû li paş ma. Wê sala 2022’yan ji ghelek aliyan ve diyarker be. Ji niha ve hestên hesabpirsîna zilmê bi awayekî şênber di mirovan de xwe daye der. Dereng be jî li gelemperiya Tirkiyê derketina hestekî bi vî awayî girîng e û ev ê zêdetir bipêşkeve.

Civak dixwaze ji bin zilma kujer a desthilatê derkeve. Hêzên şoreşger ên demokratîk, muxalefeta demokratîk divê di rewşeke bibandor de bin û rê nîşan bidin. Divê bersiv bidin daxwaz û helwesta civakê û bi vî awayî pêkan e ku dawî li vê desthilata riziyayî bînin. Ku ev yek pêk neyê, her tim îhtîmala ku desthilat bertekan bê wate bike û birizîne heye.

Li aliyê din herî kêm bi qasî desthilatê CHP jî di nava hewldanan de ye ku xwestekên civakê vala derxe. CHP siyasete wisa di meşîne ku siyaseta desthilatê li dijî civakê tahkîm dike. Muxalefeta şoreşger û demokratîk divê ev siyaseta CHP’ê derbas bike. Ku derbas bike dikare bipêşkeve û pêşiya Tirkiyê veke. Ku derbas bike muxalefet dikare bipêşkeve û dikare li hemberî herifînê roleke diyarker a alternatîf bidest bixe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv