Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hêlîn Cûdî: ‘Kobanê wê dewleta Tirk jî bi bin bixe’

 

KOBANÊ WÊ DEWLETA TIRK JÎ BI BIN BIXE
HÊLÎN CÛDÎ / POLÎTÎKA AZAD

Dewleta Tirk dîsa êrişê Kobanê kir. Sivîlek şehîd bû, zarokekî 3 salî û 12 sivîl jî birîndar bûn. Lingê zarokekî 3 salî qut bû. Bi dehan êrişên dewleta Tirk ên li hemberî Rojava hene. Zarok, kalûpîr, jin, ciwan, bi sedan kes di van êrişan de hatine qetilkirin. Di êrişên dagirkeriyê yên li dijî Efrîn, Serêkanî û Girê Spî de, ji hezarî zêdetir sivîl hatin qetilkirin. Li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê, bi sedan mirov hatin revandin û êşkence li wan hat kirin. Dîsa destdirêjî li gelek jinan hatiye kirin.

Tevî ku dewleta Tirk li Rojava evqas komkujî û zilmê dike, ne hêzên siyasî yên navneteweyî, ne jî rêxistinên mafê mirovan, helwêsteke cidî nîşan nedane. Dema ku li cihekî din ê cîhanê, komkujî û zexteke ji vê hîn kêmtir jî bibe, yên ku helwêsteke mezin nîşan didin, heta kirinên cidî pêk tînin, dema dor tê Kurdan, her cure pîvanên gerdûnî jibîr dikin. Weke ku zilma dewleta Tirk a li ser Kurdan normal be, bêdeng dibin û nabînin. Berjewendiyên madî, nexasim jî dewletên Ewrûpayê bê wiJdan û bê exlaq kirine. Bi taybetî di sedsala 21’ê de berjewendiyên madî, ketine pêşiya her tiştî.

Modernîteya kapîtalîst weke bajarên Sodom û Gomore yên bi nelet ên di dîrokê de, civakê pûç dike. Ev rastî her diçe eşkeretir tê dîtin. Dema ku tekoşîna azadiyê ya gelê Kurd sîstema qirker, faşîst û dermirovî ya dewleta Tirk teşhîr dike, di serî de Ewrûpa, welatên modernîteya kapîtalîst ên piştgirê vê sîstema wiha ne jî, teşhîr dike.

Kobanê li cîhanê yekane bajar e ku layiqê Gazîbûnê ye. Ewrûpa û welatên din ên modernîteya kapîtalîst ku li dijî êrişên li hemberî Kobanê helwêstê nîşan nadin, durû ne, bê wijdan û bê exlaq in. Kobanê û Rojava ku di dema tekoşîna li dijî DAIŞ’ê de çepik jê re lê dihat xistin, vê gavê li hemberî êrişên dewleta Tirk, xwedî lê nayê derketin. Gelo ji vê mezintir bê exlaqî, bê wijdanî û durûtî dibe?

Xwedî derketina li Kobanê, xwedî derketina li tekoşîna mirovahiyê hemûyî ya li dijî DAIŞ’ê ye. Nexwe gotinên weke, “me wiha DAIŞ têk bir, me wiha li hemberî DAIŞ’ê tekoşîn kir’’ wê bibin xapandina mirovahiyê hemûyî.

Çawa ku tekoşîna gelê Kurd rastiya cîhanê eşkere kir, berxwedana Kobanê jî eyar û kalîteya herkesî ya di mijara exlaq, wijdan û edaletê de, datîne pêş çavan.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv