Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Parêzerê şehîdên Parîsê Antoine Comte: ‘Em ê nehêlin ku ser dozê were girtin’

 

JI BO SARA, ROJBÎN Û RONAHÎ EDALET
PARÊZERÊ ŞEHÎDÊN PARÎSÊ ANTOINE COMTE: EM Ê NEHÊLIN KU SER DOZÊ WERE GIRTIN

Parêzerê fransî Antoine Comte ku ji bo şehîdên Komkujiya Parîsê têkoşîna edaletê dide ji Medyanewsê re axivî.

Comte di salvegera 9’an a komkujiyê de bersiv dan pirsên Mark Campell.

Comte bi bîr xist ku di salvegera 8’an a komkujiyê de ji nû ve hatiye vekirin û der barê dozê ev agahî dan:

Ev doz ji bo min pir muhîm e.

Sedema xwe jî ev e ku min ji nêz ve Fîdan Dogan nas dikir.

Dema Fîdan Dogan li Parîsê hat qetilkirin, serokê Parlemena Ewrûpayê di meclisê de endamên meclîsê vexwendin deqeyeke rêzgirtinê.

Ji ber ku ew pir dihat naskirin. Bi tenê weke mîlîtan û çalakgerek jî na, di heman demê de ew pirek bû di navbera siyasetvanên kurd û fransî de.

Bi rastî jî dema hemû parlemen ji bo Fîdan rabûn û rêz girtin ez hestewar bûm.

Ji ber ku li Fransayê ti rayedarekî cesareteke bi vî rengî nîşan neda.

Comte destnîşan kir ku piştî şerê 2’yan a cîhanê mirovan Fransa ji bo xwe weke welatekî ewle dîtin û wiha axivî:

Lê ev têgihîştineke şaş e, Fransa ti carî ji bo muxalîfan nebûye welatekî ‘ewle’.

Me li ser mirovên ku li Fransayê hatine qetilkirin lêkolîn kir û dît ku hejmar bi rastî jî pir bû.

Niha der barê vê dozê de heke meqamên fransî bi wêrekî tevnegerin, ku hem li Fransayê hem jî li Brîtanyayê dozên bi vî rengî wisa dibin, lê dadgerên bi cesaret jî derdikevin holê.

Em bi ti awayî qebûl nakin ku aqlê dewletê rabe û ser dozê bigre.

Em dibêjin şert e ku kesên fermana komkujiyê dane werin mehkemekirin.

Divê ji ber berpisyariya van cînayetan werin mehkûmkirin.

Encax bi vî awayî em dikarin dawî li wê kevneşopiya nixumandina cînayetên siysî bînin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv