Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Zekî Bedran: Li hemberî dagirkeriya Tirk pêdivî bi hewldanên bibandortir heye

 

ZEKÎ BEDRAN / RONAHÎ
LI HEMBERÎ DAGIRKERIYA TIRK PÊDIVÎ BI HEWLDANÊN BIBANDORTIR HEYE

Di mijara çareseriyê de Sûriye nikare pêş ve biçe. Gelên Sûriyê berdêlên giran dan. Welat birîndarekî giran e. Lê li ber çavan ti çareserî jî xuya nakin. Ji bo çareseriyê hewldanên rejimê yên cidî nînin. Tişta ku niha ji çareseriyê fêm dikin ew e ku vegerin berî 2011an stûxwarkirinê bi ser her kesî de bisepînin. Li aliyê din li pêşiya çareseriyê Tirkiye astenga herî mezin e. Lê ne asteng tenê ye, çavkaniya bêaramîbûn û geşkirina şer e jî. Li hin herêmên dagîr kirîn qirkirina neteweyî dike û xwe amade dike ku wan herêman bi ser welatê xwe ve bike. Herwiha li Idlibê jî parêzvaniya El Nusra dike. Ev herêm her tim çavkaniya şer in. Li wan herêman jî dewleta tirkî hêzeke mezin ya leşkerî bi cî kiriye. Di serrastkirina Sûriyê de wan weke kartekê di destê xwe de digire.

Dewleta tirkî herwiha di binê navê ‘Artêşa Sûriyê ya Milî’ de bi dehhezaran çekdar bi rêxistin kirine. Van çekdaran di dagîrkirina herêmên weke Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî de bi kar tîne. Weke din li hemberî rejima Sûriyê weke artêşeke duduyan di destê xwe de digire. Bermayiyên derdorên weke DAIŞê û El Nusra û ixwaniyan di nava vê hêza leşkerî de digire û wan vedişêre. Bi ixwaniyan rejimên welatên erebî tehdîd dike. Weke din van hêzên talanker û bipere dişîne welatên weke Libya û Azerbeycanê û tevlî şer dike. Ji bilî vê welatên Ewropa jî tehdîd dike. Bûye welatek ku terorê li dinyayê belav dike.

Tirkiyê li Idlibê li hemberî Rûsya û Sûriyê şer da ber çavê xwe. Niha li wir bi zora xwe disekine û hêzeke mezin bi cî kiriye.
Heta ku Tirkiye li Sûriyê be çareserî nayê. Ji Til Rifet heta Minbijê û ji Til Temir heta Eyn Îsa her tim di binê êrişê de ne. Çawa ku tê dîtin her ku tawîz ji Tirkiyê re tên dayîn û her ku destûr bê dayîn ku destwerdanê li karê hundir yê Sûriyê bike, krîz kûrtir dibe û derfetên çareseriyê her ku diçe pirtir ji holê radibin. Ji bo wê rola herî girîng dikeve ser milê Rûsya. Rûsya dikare rêveberiya Şamê û rêveberiyên xweser yên bakur-rojhilatê Sûriyê bîne cem hev. Egev ev bên cem hev û projeyeke demokratîk derkeve meydanê, yên li cem Tirkiyê ciyê xwe digirin wê ti meşrûiyeta wan nemîne û her ku biçe wê bandora wan pirtir bişke.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv