Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li ber navenda giştî ya HDP’ê provokasyona AKP-MHP’ê

 

LI BER NAVENDA GIŞTÎ YA HDP’Ê PROVOKASYONA AKP-MHP’Ê
DIXWAZIN NOBEDAREKÎ KUJERÊ DENÎZ POYRAZ LI BER AVAHIYÊ RÛNÎNIN

Ev dîmen li ber navenda giştî ya HDP’ê hatin qeydkirin.

Faşîzma AKP-MHP ya nikare pêşiya xurtbûna HDP’ê bigire, di nava hewldana provokasyoneke nû de ye.

Wekî Amedê, dixwaze li ber navenda giştî ya HDP’ê konek bide ava kirin û partiyê krîmînalîze bike.

Bi vê armancê kesê bi navê Mehmet Laçîn ê nobetdariya êrişa li dijî HDP’a Îzmîrê û kuştina Denîz Poyraz dikir, birin Enqerê.

Bi wî hevkarê kujer daxuyanî dan xwendin, dûre jî bi parastina bi sedan polîsan berê wî dan ber Navenda Giştî ya HDP’ê.

Lê belê wekîlên HDP’ê yên ji bo civînekê li navenda giştî bûn, nerazîbûna tûnd nîşan dan.

HDP’iyan tiliya Mehmet Laçîn a di kuştina Denîz Poyraz de destnîşan kir û siloganên “Kujer bicehime” qîriyan.

Di heman demê de afîşeke mezin a Denîz Poyraz li avahiyê daliqandin.

LI BER NAVENDA GIŞTÎ YA HDP’Ê PROVOKASYONA AKP-MHP’Ê
HDP’IYAN NEHIŞT NOBEDARÊ KUJERÊ DENÎZ POYRAZ LI BER AVAHIYÊ WERE RÛNIŞTANDIN

Polîsên Tirk ên ji bo parêzvaniya kujer Mehmet Laçîn seferber bûbûn, ji bo siloganên HDP’iyan neyên bihîstin bi dengê bilind anons dikirin.

Lê HDP’iyan “HDP gel e, gel li vir e” bersiv dan.

Wekîlên HDP’ê biryardariyeke mezin nîşan da ku, ewê rê nedin nobedarê kujerê Denîz Poyraz li ber avahiya wan were rûniştandin.

LI BER NAVENDA GIŞTÎ YA HDP’Ê PROVOKASYONA AKP-MHP’Ê
LI SER BIRYARDARIYA HDP’IYAN, POLÎSAN HEVKARÊ KUJER BI XWE RE BIR

Li ser biryardariya HDP’iyan, polîsan kujer Mehmet Laçîn bi xwe re bir û li kolaneke nêz bi medya AKP-MHP’ê da axaftin.

Piştî polîsan kujer bir, HDP’î bi siloganan ketin hundur…

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv