Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Aachenê fînala bi heybet a Meşa Dirêj

 

Meşa Dirêj a ku ciwanên Kurd û enternasyonalîst ji bo azadiya Rêber Apo li bajarê Kolnê dan destpêkirin, li bajarê Aachenê bi çalakiyeke bi heybet qediya.

Meşa Dirêj ku her sal li Ewropayê bi rengekî kevneşop tê lidarxistin, îsal bi dirûşma “Dest bi dest – Mil bi mil; Werin Cenga Azadiyê” pêk hat. Ji bo meşa ji Kolnê heta Aachenê ji Elmanya, Fransa, Awûstûrya, Swêd, Hollanda, Îngilistan û Swîsreyê bi sedan ciwan tevlî bûn. Ciwan 6 rojan meşiyan û li gel provokasyonên polîsên Elman û nijadperestan jî gihîştin Aachenê.

SEMÎNER HATE DAYIN

Ciwanên ji Yekîtiya Xwedendekarên Kurdistanê (YXK) û Jin ên Xwendekar ên Kurdistanê (JXK) ji bo meşvanên ji Monchengladbachê diçûn Aachenê li ser “Rastiya Rêbertî” û “Wateya Rêbertî” li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Aachenê semînerek li dar xistin. Di destpêka semînerê de nivîsa Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik a li ser Rastiya Rêbertî hate xwendin. Piştî nirxandina nivîsê ciwan kom bi kom tevlî pêşbirka agahiyê bûn. Yên bi ser ketin jî pirtûk weke xelat ji wan re hate dayin.

Komîteyek ji YXK û JXK’ê serdana Beşa Kîmyewî ya Zanîngeha Aachenê kir û dosyayek li ser êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî yên li Kurdistanê pêşkêş kir. Her wiha bang hate kirin ku nebin hevparê vî sûcî.

MEŞA BER BI NAVENDA BAJÊR VE

Ciwan piştî serdana zanîngehê saet di 17:00 de ber bi navenda bajarê Aachenê ve meşiyan û belavok belav kirin. Di belavokan de yên bi Elmanî qala tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.

VEXWENDINA JI BO KONSERÊ

Ciwanan her wiha ji bo konsera ciwanan a sibe banga tevlîbûnê kirin. Konser wê li Aachenê pêk were û hunermend Serhado, Bengî Agirî û hunermendên TEV-ÇAND’ê tevlî bibin. Bi vî rengî wê Meşa Dirêj a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate lidarxistin bi dawî bibe.

Ev jî hatin dîtin

Tevna Qirêj a li Ser Şengalê

Stêrk Tv

Hevkariya PDKê û Dewleta Tirk

Stêrk Tv

Mûrat Karayilan bi Rêya Bêtêlê Xîtabî Hêzên Gerîla kir

Stêrk Tv

Li Kanadayê Serkeftina Jinan

Stêrk Tv

Talana Dewleta Tirk a li Kurdistanê

Stêrk Tv

Li Dijî Gerîla Êrişa Bi Çekên Kîmyewî

Stêrk Tv