Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Zekî Bedran: ‘Dagirkerî û komkujî bûne nasnameya Erdogan’

 

DAGIRKERÎ Û KOMKUJÎ BÛNE NASNAMEYA ERDOGAN
ZEKÎ BEDRAN / RONAHÎ

Dewleta tirkî ya qirker û dagîrker bi serkêşiya Erdogan belavkirina xerabiyê didomîne. Itîfaqa bi Erdogan û Bahçelî re hatiye kiri Tirkiye ne li hundir tenê, ji bo Rojhilata Navîn û dinyayê jî bûye çavkaniya xeterê. Niha her kes li bendê ye ka wê Erdogan kengê dest bi êriş û dagîrkeriyê bike. Êriş û gefên ser Sûriyê nû kirin. Gelek derdor agirbesteke giştî dixwazin. Dibêjin divê Sûriye ji nava pençên şer û roxînê derkeve. Lê Erdogan tersê vê dike. Hêzê dişîne Sûriyê û li parlamentoyê ji bo du salan tezkereya şer da qebûlkirin. Erdoganê faşîst ji bo standina erêkirina êrişê bilezûbez dixebite. Lewra bê destûra Amerîka û Rûsya nikare êrişeke bibandor bike.

Naveroka hevdîtin û bazara bi Pûtîn re tam nayê zanîn. Niha dixwaze destekê ji Biden bigire. Eger Rûsya qada hewayî veneke nikare êrişî rojavayê Firatê û Kobanê bike. Dibe ku êrişî devereke piçûk bike hin çeperan bi dest bixe û serkeftina xwe ragihîne.

Heman tişt ji bo xeta Eyn Îsa jî derbas dibe. Qada hewayî ya rojhilatê vê herêmê di destê Amerîka de ye. Ji ber wê êriş û dagîrkeriya bibe wê derveyî Amerîka û Rûsya be. Gelê Sûriyê û dinya tev vê rastiyê dizanin.

Rûsya ji bo rojhilatê Firatê Tirkiye germ kir. Di xwaze hem Kurdan lewaz bike, hem Amerîka ji herêmê derxe, hem nakokiyên di navbera Tirkiye û Amerîka de kûr bike…

Tirkiye dixwaze Kurdan ji tevayiya rojavayê Firatê derxe. Dagirkirina Efrînê bes nabîne. Dixwaze heta 30 km. dagîr bike. Ku wisa bike wê li Sûriyê Kurd tine bibin. Lewra Kurd bi giranî li nêzîkî xeta sînor in. Dewleta tirk a qirker ji van herêman re dibêje ‘korîdora terorê.’

Hikumeta Erdogan li başûrê Kurdistanê jî şerekî bêsînor dike. Ji bo vê pêwîst nabîne destûrê ji ti kesî jî bigire. Lewra Amerîka û NATO li hemberî PKKê û gerîla destekeke bê sînor dayînê. PDK û hikumeta Iraqê jî bi Tirkiyê re tevdigerin û li dijî dagîrkeriyê dernakevin.

Digel ku bi êrişa hewayî ya giran encamê nagirin, çekên kîmyayî bi kar tînin. Amerîka, welatên Ewropa û Rûsya çavê xwe ji vê re jî digirin. Ev bêdengî cesaretê dide Erdoganê faşîst û ji bo êrişên nû germ dibe. Eger dinyayê helwesta diyar bikira wê nikaribûya evqas pêş ve biçe…

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv