Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Selahattîn Erdem: ‘Rêveberiya Erdogan wê bikeve’

 

RÊVEBERIYA ERDOGAN WÊ BIKEVE
SELAHATTÎN ERDEM / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyip Erdogan êdî hatiye dawiya rê. Êdî hêrsbûna wî ya li hemberî derdoran jî bi kêrî tiştekî nayê. Av dikeve keştiyê û êdî ne mumkun e ku çareyekê jê re bibîne. Dema ku bibêje ‘Ka ew rojên berê’ û nostaljiyê bike jî, ev jî bi kêrî tiştekî nayê…

Ji ber vê jî Tayyip Erdogan neçar dimîne ku li benda qedera xwe be. Lê heke wisa neke wê çi bibe? Gelekî eşkere ye ku wê ji bo wî xetereya herî mezin be. Divê vî tiştî jî zanibe.

Her kes baş dizane ku Tayyip Erdogan ji bo karibe karên mezin bike, amadekariyeke wî ya cîddî û ew kapasîteya wî tune.

Ev jî rastiyek e. Di nav Artêşa Tirk de serbaz û generalê herî bê perwerde jî Kenan Evren e. Di siyaseta Komara Tirk de jî siyasetvanê herî bê perwerde û bê bingeh jî Tayyip Erdogan e.

Heke ev her du kes ev qasî li ser hikum mane, ev ne ji ber hunera wan e, ji ber valatiya ku pêk hatiye û piştgiriya ji bo wan e. Di heman demê de ji ber ku egoya wan gelekî mezine û îxtîrasên wan jî gelek in.

Necmettîn Erbakan pêşiya Tayyip Erdogan vekiriye.

Mirov dikare bibêje ku cefaya vî karî ya Necmettîn Erbakan e û sefaya wê jî ya Tayyip Erdogan e.

Taybetiyên sereke yên Tayyip Erdogan ev e ku gelekî ji xwe razî ye, îxtîrasên wî gelek in, wekî bûkalemûnan pragtîzmê baş bi kar tîne, demogojiyê dike, xîtabî hestên mirovan dike, ji bo berjewendiya xwe her tiştî û her kesî bi kar tîne.

Ji ber vê jî ji vî tiştî re vekiriye ku kesên din û kesên xwedî hêz wî bi kar bîne û ew jî dixwaze xwe bide bikaranîn.

Tayyip Erdogan û AKP’ya ku ew seroktiyê jê re dikin, di serê sala 2000’an de DYE ji bo ku ew komployê bi ser bixe, ew peywirdar kirine.

Li ser vî esasî di bin navê ‘Têkoşîna li hemberî terora PKKê’ bîst sal in van hêzan piştgirî dane wan.

NATO û DYE yên ku hêzên serwer ên pergala modernîteya kapîtalîst in bi dewleta Tirk re li hemberî PKK’ê tifaqeke wisa ava kirine û êrişên ji bo îmha û tasfiyeyê domandine.

Di nav êrişeke wisa de dewleta Tirk xwestiye Kurdan, DYE û NATO’yê jî xwestine PKK’ê tune bikin. Tayyip Erdogan ev rewş dîtiye û li ser berjewendiyên xwe yên şexsî dixwaze bibe aktorê vê pêvajoyê.

Bi kurtasî li hemberî PKK’ê bûne têtikkêş û qerdiyanên komploya navneteweyî…

Li gorî anketan heke hilbijartineke demokratîk were kirin, wê nebe desthilatdar. Di heft salên dawîn de MHP a ku xwe spartiye wê jî wê nikaribe benda hilbijartinê derbas bike.

CHP’ê dengê ‘Na’ da tezkereya şer a li ser Iraq û Sûriyeyê, ev tişt jî ji bo rêveberiya Tayyip Erdogan qelsbûneke mezin e.

Ji ber ku ev rewş bi awayekî şênber dide nîşandan, li hemberî desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê wê rêveberiyeke alternatîf were avakirin…

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv