Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Endamê hewldana aştî ji Kurdistanê re Coonor Hayes: ‘Divê her kes li dijî vî sûcî rabe’

 

LI DIJÎ GERÎLA BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ
ENDAMÊ HEWLDANA AŞTÎ JI KURDISTANÊ RE COONOR HAYES: DIVÊ HERKES LI DIJÎ VÎ SÛCÎ RABE

Dagirkeriya Tirk ji 23’ê nîsanê ve êrişê Herêmên Parastinê yên Medyayê bi taybetî jî êrişî Metîna, Avaşîn û Zapê dike.

Li gel teknîk û çekên bi kar tîne jî li hemberî berxwedana gerîla encama dixwaze bi dest naxe.

Di şerê xwe yê qirêjî de xitimiye û her ku xitimîna wê kûrtir dibe serî li rêbazên qirêjî dide.

Li gorî daxuyaniya HPG’ê dagirkeriya Tirk li dijî gerîla bi sedê caran çekên kîmyewî bi kar anîne.

Ji ber van çekan bi dehan gerîla şehîd bûne.

Li dijî bikaranîna van çekan kesayetên xwedî wijdan, demokrat bang li Netewên Yekbûyî û rêxistina OPCW’ê dikin.

Daxwaza wan ew e heyeteke serbixwe bişînin qadê û di heqê bikaranîna van çekan de lêkolînan bikin.

Lê gel bangewaziyan jî saziyên navborî xwe kerr dikin.

Di heqê mijarê de endamê endamê Hewldana Aşitî ji bo Kurdistanê Connor Hayes ji ajansa Mezopotamyayê re axivî.

Hayes bal kişand ser têkiliyên di navbera van saziyan û dewleta Tirk de û got:

Bikaranîna çekên kîmyewî yek ji sûcên dewleta Tirk e.

Ew saziyên ku derfeta wan heye van sûcan îspat bikin, ew bi xwe şirîk û hevparên dewleta Tirk in.

Dewleta Tirk çi bike jî çavê xwe lê digrin. Dewleta Tirk jî dizane pêdiviya xwe bi NATO’yê heye.

Ji bo wê sînorên jê re danîne nade zorê. Bi zanîna van hêzan van êrişan dike.

Hayes destnîşan kir ku ev sûcên dagirkeriya tirk êdî di rojeva cîhanê de ne jî:

Heta niha me bi xebatên xwe ev mijar xist rojeva parlementên Brîtanya, Almanya û Îtalyayê.

Li Parmenta Ewrûpayê jî hat rojevê. Em bi hemû endamên xwe ve ji Netewên Yekbûyî re name rêdikin.

Gelê Kurd ê qedîm bi salan e bêî ku mafên wî werin naskirin ji aliyê van hêzan ve hat manîpulekirin.

Ji bo ev gel bigihîje mafên xwe têdikoşe. Divê em jî pê re têbikoşin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv