Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Zêdetirî 22 sal ceza û biryara girtina Leyla Gûven 21.12.2020

 

QIRKIRINA SIYASETA KURD
ZÊDETIRÎ 22 SAL CEZA Û BIRYARA GIRTINA LEYLA GUVEN

Li Amedê rûniştina doza Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Leyla Guven hebû.

Dadgeriya Tirk a faşîst 19 dosyayên cuda yên Leyla Guven di vê dozê de kiribûn yek.

Leyla Guven beşdarî rûniştina dozê nebû, lê parêzerên wê amade bûn.

Dozgerê dagirker weke berê xwest Leyla Guven ji “Endamtiya Rêxistinê” were cezakirin.

Parêzerên Hevseroka KCD’ê ji bo parastinê daxwaza wext kirin û destnîşan kirin, ku sûcdarî hemû bêbingeh in.

Lê dadgeriya Tirk a fermanê ji şefê faşîst Tayîp Erdogan digire, dîsa bi rola xwe ya qirkirina siyaseta Kurd rabû.

Dadgeriyê 22 sal û 3 meh cezayê zindanê li Leyla Guven birî.

Ev jî têra wê nekir û biryara girtina Leyla Guven da.

ZÊDETIRÎ 22 SAL CEZA Û BIRYARA GIRTINA LEYLA GUVEN
HDP: NE LEYLA GUVEN Û NE JÎ EM DEST JI TÊKOŞÎNA XWE BERNADIN

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê jî li ser mijarê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de betalkirina parlementeriya Leyla Guven hat bibîrxistin û hat destnîşankirin, ku cezayê hatiye dayîn û biryara girtinê, encama huqûqa dijminane ye.

Di daxuyaniya HDP’ê de wiha hat gotin:

Bi vê biryarê careke din piştrast bû, ku dadgerî li gorî berjewendiyên desthilatdariyê tevdigere.

Ev biryara dijminane, ne tenê li dijî Leyla Guven û KCD’ê ye… Li dijî tevahiya Kurdan û muxalefetê ye.

Leyla Guven abîdeya rûmetê ye.

Bi ceza û girtinan ne ew û ne jî em dest ji têkoşînê berdidin.

Em vî cezayê nehuqûqî û dijminane qebûl nakin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv