Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Çalakiya gireva birçîbûnê ya girtiyên azadiyê di roja 25’an de didome 21.12.2020

 

LI ZINDANAN ÇALAKIYA JI BO AZADIYA RÊBER APO
GIRTIYÊN JI DOZA PKK-PAJK’Ê JI 27’Ê MIJDARÊ VE DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE

Bi daxwaza Azadiya rêber APO girtiyên ji doza PKK-PAJK’ê ji 27’ê Mijdarê ve di greva birçîbûnê de ne.

Çalakiya ku ji aliyê koma 5’an ve tê birêvebirin, 25 roj li pey xwe hiştin.

Di peyamên berxwedêran de bang li tevahiya gelê Kurd û dostên wan tê kirin ku li her deverê negê xwe bilind bikin.

Bi heman armancê li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ya bidorvegerî tê lidarxistin.

Çalakiyê 4 roj li pey xwe hiştin û koma duyemîn çalakiyê birêve dibe.

Endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê ya Mexmûrê Xurbet Îşlek beşdarî bûltena me ya Nîvrojê bû ev peyam da.

Hevseroka Federasyona Med-Tuhad-Fedê Elîf Haran berxwedana zindanan a ji bo azadiya rêber APO nirxand.

Elîf Haran îşaret bi berxwedan û têkoşîna gelê Kurd û bi taybet ya li zindanan kir û wiha got.

Çalakî her diçe mezin dibe, komên nû tevli dibin.

Gelê Kurd di pêvajoyeke dijwar re derbas dibin.

Li dijî tecrîd û binpekirinên mafan, di destê girtiyan de, berxwedana herî mezin grevên birçîbûnê ne.

Girtiyan jî bedena xwe razandine vê çalakiyê.

Daxwazên girtiyan daxwazên rewa ne, divê ev daxwaz bi lez û bez werin cih.

Elîf Haran bang li rêxistinên sivîl, parêzvanên mafê mirovan û malbatan kir ku girtiyan bi tenê nehêlin.

Li bo xwedîderketina li berxwedana girtiyan bangek jî ji hevserokê HDP’ê Agirî Celal Akar hat.

Celal Akar got, divê em ji derve pişgirî bidin têkoşîna girtiyan..Bi hevgirtin û xebateke xurt em dikarin birêz Ocalan azad bikin.

Divê navberê de li gelek platformên dîjîtal ji bo Azadiya rêber Apo kampanya hatine destpêkirin.

Yek ji wan jî Twîtterê.

Bikarhenerên Twîtterê doh şev ve bi xebata hashtaga ‘#BirêzOcalan xwestin Rêber Apo bigihîje azadiya xwe.

Hashtaga #BirêzOcalan #SayınÖcalan) di rojeva Twîtterê de derket rêza yekemîn û bû TT.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv