LI DIJÎ EYN ÎSA ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ
ŞERÊ LI DORA GUNDÊ CEHBEL HETA BERDESTÊ SIBEHÊ DEWAM KIR
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên di 18’ê Kanûnê de êrişî gundên Cehbel û Mişêrfe yên Eyn Îsa ya li herêma Firatê kirin.
Di heman demê de rêya M4 û derdora navenda navçeyê dan ber topan
Şervanên QSD’ê bersiva êrişan da û nehiştin hêzên dagirker li herêmê bi pêş de biçin.
Der barê êrişê û berxwedana li hemberî wê de, ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Ziyad Heleb ji ANHA’yê axivî.
Fermandar Ziyad Heleb diyar kir ku di encama şerê 2 rojan de bi kêmanî 12 çete hatine kuştin.
Di şer de wesayîteke çeteyan jî hatiye rûxandin.