Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Planên li ser Eyn Îsa ji aliyê Rûsyayê ve tên kirin û Tirkiyê jî wan pilanan pêk tîne 21.12.2020

 

PLANÊN LI SER EYN ÎSAYÊ TÊN KIRIN
RÛSYA PÎLAN DIKE Û TIRKIYE JÎ WAN PÎLANAN PÊK TÎNE

Êrişên dewleta Tirk û komên girêdayî wê yên li ser navçe û gundewarên Eyn Îsayê bê navber didomin.

Di êrişên ku tên kirin de artêşa tirk a dagirker bi hemû derfetên xwe ve herêmên sivîl topbaran dike.

Cihên ku herî zêde êriş li hemberî wan pêk tên navenda Eyn Îsa, gundên girêdayî û rêya bejahî ya navneteweyî a M4 e.

Komên çete ji bo êrişan nû hêzeke zêde sewqî derdora Eyn Îsayê kirin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk-QSD bi berxwedana xwe rê nadin dagirker pêş de herin.

Gelên Herêma Firatê hemberî êrişan li pêşiya avahiya hêzên Rûsyayê kon vedan û dest bi çalakiya nobetê kirin.

Ji Reqqa, Minbic, Tebqa û Kobanê gelek kesî serdana kon çalakiyê kirin.

PÎLANÊN LI SER EYN ÎSAYÊ TÊN KIRIN
ARTÊŞA DAGIRKER A TIRK PÊŞÎ JI KOMÊN ÇETE RE VEDIKE KU ÊRIŞ BIKIN

Li aliyê din li gorî agahiyan hevdîtinên Tirkiye û Rûsyayê yên li ser Eyn Îsa û herêmên din didomin.

Li gel Peymana Soçiyê ku di 22’ê cotmeha 2019’an de hatibû îmzekirin jî, Tirkiye dixwaze ji Eyn Îsayê heta Til Temirê li ser rêya navneteweyî ya M4’ê bi Rûsyayê re dewriyeyan bavêje û xebatên parastinê yên QSD’ê li vê herêmê bê bandor bike.

Tevî hemû hewildanên heyî jî, Rûsya û rejîma Sûriyê heta niha êrişan tenê temaşe dikin û tu nerazîbûnê nîşanî nadin.

Li gel bombeyên artêşa Tirk bi qasî 300-400 metreyî dûrî baregeha Rûsyayê dikevin jî Rûsya bêdengiya xwe diparêze.

Rûsya, di hevdîtinên xwe yên bi QSD’ê re nîyeta xwe rast datîne holê û van êrişan weke kozekî bi kar tîne.

PLANÊN LI SER EYN ÎSAYÊ TÊN LÎSTIN
RÛSYA VAN ÊRIŞA WEK QOZ BI KAR TÎNE Û DIXWAZE HERÊM JI REJÎMÊ RE BÊ HIŞTIN

Rûsya, di serî de Eyn Îsa dixwaze tevahiya herêmê bike bin kontrola rejîma Sûriyeyê.

Û bi vê jî peyam dide ku heke ev pêk neyê, wê êrişên dewleta Tirk nesekinin.

Rûsya, li şûna rola ku li herêmê girtiye ser xwe, Tirkiye û komên girêdayî wê der sînor bike, pêşî li êrişan vedike.

Ev yek jî lîstik û planên li ser herêmê tên lîstin bi awayekî eşkere radixe ber çavan.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv