8’Ê ADARÊ ROJA JINAN A CÎHANÊ
YPJ’Ê BI MERASÎMEKE HEYBET PÎROZ KIR
Şervanên YPJ’ê yên pêşengî ji Şoreşa Rojava re kirin 8’ê Adarê bi merasîmekê pîroz kirin.
Merasîma bi heybet li Hesekê pêk hat.
Ji Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Newroz Ehmed jî tevlî merasîmê bû.
Fermandara YPJ’ê Newroz Ehmed xîtabî şervanan kir.
Newroz Ehmed bal kişand ser êrişên dewleta tirk li dijî jinê û xwest jin xwe bi her awayî birêxistin bikin.
Axaftina Fermandar Newroz Ehmed bi gotina jin jiyane azadî bi dawî bû.
Şervanên jin paşê derbasî salona şahiyê bûn.
Pîrozbahî bi koro, şano û govenda şervanan bi dawî bû.