ENDAMA KONSEYA SEROKATIYA GIŞTÎ YA KCK’Ê ZILAR STÊRK:
8’Ê ADARÊ LI DIJÎ PERGALA KAPÎTALÎZMÊ ROJA ÎSYANÊ YE
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Zilar Stêrk tevli Bernameya Taybet a MedyaHaberê bû.
Zilar Stêrk 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê nirxand û got:
8’ê Adarê li dijî pergala kapîtalîzmê roja îsyanê, roja serîrakirina li dijî faşîzma zilam e.
Ez roja hemû jinên di vê oxirê de têkoşiyane pîroz dikim.
ENDAMA KONSEYA SEROKATIYA GIŞTÎ YA KCK’Ê ZILAR STÊRK:
2020 BÛ SALEKE KU DEM Û ZEMAN BI JINÊ GERIYA
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê destnîşan kir ku sala 2020’an dem û zeman bi jinê geriya û wiha dewam kir:
Li her derê cîhanê jin li dijî faşîzma mêr serî rakirin.
Jin li hemû parzemînan li qadan bûn û ji aliyê zihnî jî xwe kûrtir kirin.
Ji Afganistanê heta bi Amerîkaya Latîn, jinan nerazîbûn nîşan dan.
Li Rojhilata Navîn jinên kurd, ereb û pêkhateyên din jî di nav têkoşînê de bûn.
ENDAMA KONSEYA SEROKATIYA GIŞTÎ YA KCK’Ê ZILAR STÊRK:
JINÊN KURD WEKE BIHARÊ GEŞ BÛN
Zîlan Stêrk destnîşan kir ku di têkoşîna azadiya jinan de cihê jinên kurd cuda ye û wiha dewam kir:
Jinên kurd di nav vê têkoşînê de weke biharê geş bûn.
Siyaseta demokratîk û bîrdozî jî di navê de li hemû qadan bi pêş ketin û bûn dînamîka esasî ya têkoşînê.
ENDAMA KONSEYA SEROKATIYA GIŞTÎ YA KCK’Ê ZILAR STÊRK:
JINÊN KURD BI SAYA RÊBER APO XWE HEYÎ KIRIN
Zilar Stêrk der barê dilsoziya jinên kurd bi Rêber Apo re bi bîr xist, destnîşan kir ku jin dibêjin heta Rêber Apo azad nebe, em jî azad nabin û wiha got:
Jin azadiya xwe bi Rêber Apo re dibînin.
Ji ber ku jinên kurd bi saya Rêber Apo xwe heyî kirin.
Rêber Apo hiş û ramana jinbûnê da me.
Serwextbûna jinan a di vê asta bilind de pêşî li şoreşeke mezin vekir.
ENDAMA KONSEYA SEROKATIYA GIŞTÎ YA KCK’Ê ZILAR STÊRK:
OZLEM ZENGÎN WEKE VERSIYONA JIN A SULEYMAN SOYLU YE
Zilar Stêrk der barê siyaset û polîtîkayên îktîdara faşîst a AKP-MHP’ê de jî nirxandinên berfireh kirin û got:
Îktîdara AKP-MHP’ê li dijî jinên azadixwaz jina faşîst derdixe pêş.
Vê yekê jî di şexsê wekîla AKP’ê Ozlem Zengîn de dike.
AKP dixwaze wê weke dehfikeke deyne pêşiya jinên azadîxwaz.
Ozlem Zengîn versiyona jin a Suleyman Soylu ye.
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Zilar Stêrk serkeftina gerîlayan a li Garê jî bi bîr xist û got:
Li Garê mêraniya faşîst hat têkbirin. Gerîlayên Kurdistanê ji mêraniya tecawizkar tol hildan.
Zilar Stêrk îşaret bigirîngiya xwebirêxistiniya jinan jî kir û xwest hemû jin li meydanan hêza xwe bikin yek.