JI FERMANDARÊN YPJ’Ê ARZÎ HESEN:
8’Ê ADARÊ JI BO ME ROJA XURTKIRINA TÊKOŞÎNÊ YE
Ji fermandarên YPJ’ê Arzî Hesen di destpêka bernameya taybet a Stêrk Tv’ê de, 8’ê adarê roja jinên cîhanê pîroz kir.
JI FERMANDARÊN YPJ’Ê ARZÎ HESEN:
TÊKOŞÎNA YPJ’Ê RÊ LI DESTKEFTINÊN MEZIN ÊN JI BO JINAN VEKIR
Arzî Hesen girîngiya rola YPJ’ê ya ji bo jinên herêmê anî ziman û girîngiya destketiyên têkoşîna YPJ’ê jî destnîşan kir.
JI FERMANDARÊN YPJ’Ê ARZÎ HESEN:
DEWLETA TIRK HEWL DIDE DAIŞ’Ê ZINDÎ BIKE
Ji fermandarên YPJ’ê Arzî Hesen li ser hewldanên dawî yên rejîma tirk jî axivî û got dewleta tirk dixwaze DAIŞ’ê ji nû ve zindî bike.
Arzî Hesen li ser hewldanên DAIŞ’ê yên rêxistinkirina jinên li Kampa Holê girîngiya xebatên cûda destnîşan kirin.
JI FERMANDARÊN YPJ’Ê ARZÎ HESEN:
EM LI HEMBERÎ ÎHTIMALA ÊRIŞAN XWEDÎ TEDBÎRÊN PÊWIST IN
Fermandar Arzî Hesen anî ziman ku ji bo pêşiya êriş û sûîkastên çeteyên DAIŞ’ê bigirin, tedbîrên pêwist wergirtine.