LI BATMANÊ JIN LI QADAN BÛN
“LI DIJÎ FAŞÎZMÊ EM SERÎ NATEWÎNIN’
Li Batmanê bi peşengiya Tevgera Jinên Azad TJA’yê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi meşekê hat pîrozkirin.
Jinên ku li parka Ataturk li hev kombûn, ber bi avahiya HDP’ê ve dest bi meşê kirin.
Polîsên rejîma faşîst pêşî li jinan girtin û hewl dan meşê asteng bikin.
Lê jinan wek hertim astengî nasnekirin û bi siloganan meşa xwe domandin.
Dema girse gihîşt ber avahiya HDP’ê Feleknas Uca axaftinek kir û got, 8’ê Adarê roja li dijî zilmê û faşîzmê ye
Em ji we natirsin, serî natewînin.
Ji bo azadiya birêz Ocalan têkoşîna xwe mezin bikin.
Piştî axaftinan pîrozbahî bi siloganên ‘Jin Jiyana Azadî bi dawî bû.
8’Ê ADARÊ ROJA JINAN A CÎHANÊ
LI BAKURÊ KURDISTANÊ JIN LI QADAN BÛN
Devereke din ku 8’ê Adarê lê bi coş hat pîrozkirin Mêrdîn bû..
Wek Batmanê li vir jî polîsan xwest pîrozbahiyê asteg bikin.
Lê jinên berxwedêr astengî nas nekirin..
Perlementera HDP’ê Pero Dundar di şahiyê de axivî û got, roj roja têkoşînê ye.
Şahî bi geradina govend û diruşman bi dawî bû.
Çalakiyeke din a rengîn jî li navçeya Şirnexê Elkê pêk hat..
Jinan bi şahiyekê roja xwe pîroz kir..
Pîrozbahiyeke din a jinan li Rihayê pêk hat û hêjayî dîtinê bû..
Li vir jî heman dîmenên rengîn derketin holê…