8’Ê ADARÊ ROJA JINAN A CÎHANÊ
LI ÇIYAYÊN KURDISTANÊ JI ALIYÊ GERÎLAYÊN YJA-STAR’Ê VE TÊ PÎROZKIRIN
Çiyayên azad ên Kurdistanê…
8ê Adarê herî zêde li çiyayên Azadiyê bi wate dibe.
Gerîlayên jin destpêkê amadekariya pîrozbahiyê dikin.
Gerîlayên Azadiyê ku tên cihê pîrozbahiyê destpêkê cejna hev pîroz dikin.
Gerîlayên YJA-Starê ji kamerayan re axivîn 8’ê adarê li hemû jinên têkoşer pîroz kirin û li dijî pergala Mêr-dewletê banga têkoşîna hevbeş li hemû jinên cîhanê kirin.
Piştre jî li ber agirê vê xistibûn gerîlayên jin govend gerandin.