Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Bi hezaran jin li Amedê 8’ê Adarê pîroz kir 08.03.2021

 

8’Ê ADARÊ ROJA JINAN A CÎHANÊ
BI HEZARAN JINÎ LI AMEDÊ 8’Ê ADARÊ PÎROZ KIR

Di saetên sibê de jinên Amedî bi deng û rengê xwe ber bi qada Stasyonê ve dest bi meşê kirin.

Hêzên dewleta Tirk xwestin dest deynin ser rengên kesk, sor û zer, al û pankartên jinan.

Lê belê jinan bi berxwedana xwe rê neda vê yekê û ketin qada mitîngê.

Qada mitîngê jî bi rengê jinê hatibû xemilandin û heme bêjin hemû jinan cil û bergên Kurdî li xwe kiribûn.

Mitîng bi rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir.

Destpêkê li ser navê komîteya amadekar Songul Kapanci axivî û got, kes nikare pêşiya jina berxwedêr bigre.

Paşê hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz xîtabî jinan kir.

Salîha Aydenîz têkoşerên jin bibîr anîn û got, bihêzbûna têkoşîna jinê bi saya şoreşgerên jin pêk hatiye.

Ev bihar wê bibe bihara gelê Kurd. Em dengê xwe dighînin her dera cîhanê û dibêjin em li vir in, li ser piya ne û li berxwe didin.

Salîha Aydenîz berxwedana li zindanan jî silav kir û got, heta em tecrîdê bişkînin û di serî de birêz Ocalan hemû girtiyên siyasî azad bikin wê berxwedana me li qadan bidome.

Di mitîngê de her wiha peyama berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan a ji zindanê şandibû jî hat xwendin.

Ayşe Gokkan got, tenê riyek ji bo me heye, ew jî heta dawî berxwedan e.

Piştî bernameya çalakiyên çandî jinan heta semta Ofîsê bi siloganan meşek li darxist.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv