PIRSGIRÊKÊN DI NAVBERA PDK Û YNK’Ê DE
YNK: BERPIRSÊ XIYANETA ŞENGALÊ DEYNDARÊ LÊBORÎNEKÊ YE
Neviyê Şêx Mehmûd, Mehmûd Hefîd Zade di rojên borî de hewl da, civînekê di navbera Hevserokê YNK’ê Lahur Şêx Cengî û Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî de li dar bixe.
Hê ev hewldan dewam dikirin, ji berpirsa dosya parlemento û hukûmetê ya Baregeha Barzanî Amîna Zikrî daxuyaniyek nivîskî hat.
Di daxuyaniyê de wiha hatibû gotin:
Heke Hevserokê YNK’ê Lahur Şêx Cengî dixwaze bi Serok Barzanî re bicive, divê destpêkê ji ber xiyaneta 16’ê Cotmeha 2017’an lêborînê bixwaze.
YNK’ê jî bi daxuyaniyeke tund bersiv da vê yekê.
Di daxuyaniyê de navê Mesûd Barzanî nayê hilanîn û weke kesek ji hizbeke din tê bi nav kirin.
Û tê ragihandin, ku Mesûd Barzanî bixwe daxwaza civînê li gel Lahur Şêx Cengî kiriye.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku divê nakokiyên malbatî têkilî berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê neyên kirin û wiha hat gotin:
Ma Kurdek heye, ku ji ber xiyaneta Şengalê û referandûmê êş nekişiyandî ye?
Kesê ku ev kar kiriye deyndarê lêborînekê ye ji bo Êzîdiyan û gelê Kurd hemûyî.
Heke ev lêborîn hat xwestin, wê civîn jî çêbibe.