DOZA MALBATA ŞENYAŞAR, NÛMÛNEYA ZILMÊ
DAYÎKA EMÎNE WEKE ÇAREYA DAWÎ BANG LI XWEDA KIR
Doza malbata Şenyaşar ji her alîve tije bêedaletî ye.
Yek ji dozên herî sosret yên edaleta tirk e ku ev 3 salin jiyana malbata Şenyaşar wergerandiye dojehê.
Bûyer wiha destpêkiribû.
Di dema hilbijartinên 24ê hezîrana sala 2018an de, xizmên parlemeneterê AKP İbrahim Halil Yıldız avêtibûn ser dokana malbatê, bav Hacı Esvet Şenyaşar û zarokên wî Adil û Celal bi lêdanê kuştibûn.
Fadıl, Mehmet ve Ferit Şenyaşar jî birîndar bûbûn.
Edaleta trik di şûna girtina kujêran de, ji malbatê Fadıl Şenyaşar ji nexweşxanê bi birîndarî avêt zîndanê.
Dayîka malbatê Emîne ji wê rojê ve hewl dide kurê xwe ji zîndanê bide berdan û kujerên hevjîn û zaorokên xwe bide girtin.
Lê heta niha ti hewldaneke wê bi ser neket.
Dayika Emîne weke çareya dawî bi tevî kurê xwe Ferîd ev 6 rojin li pêşiya Edliyeya Rihayê di nobeta edaletê de ye.
Hêzên polîs vê sibê mudaxale kirin û ew ji ber avahiyê bi dûrxistin.
Dayîka Emîne bi qêrîn û fîgan bi tena serê xwe hewl dide xitabê wîjdana dadmend û hakiman bike.
Lê di dozê de ti îşaretên guherînê tine.
Emîne Şenyaşar bang li xwedê kir û got: “Ey xweda, ma tiştên hatine serê min nabînî, tu vê zilmê çawa nabînî?”
Hêzên dewletê herwiha destûr nade ku çapemenî jî eleqe nîşanî îsyana Dayîka Emîne bide.