DIJMINÊN GELÊ KURD LI HEWLÊRÊ BURO VEKIRIN
ENIYA TIRKMEN A MÎT’Ê LI HEWLÊRÊ NAVENDA XWE VEKIR
“Li Kerkûkê Tirkmenek tenê jî bimîne, ew der herêma Tirk, ya Tirkan û Tirkîtiyê ye.”
Yê ev gotin kirî û bi dehan peyamên weke vê dayî, Serokê Eniya Tirkmen a li Kerkûkê Erşat Salihî ye.
Eniya Tirkmen ji aliyê MÎTa Tirk ve tê fînanse û rêxistinkirin.
Serokê wê Erşat Salihî li dijî gelê Kurd timî bi heqaret û gefan radibe.
Eniya Tirkmen tevahiya Başûrê Kurdistanê bi taybetî Hewlêr, Kerkûk, Mûsil û Şengalê weke axa Tirkan bi nav dike.
Ev sazbûna ku her roj Kurdan bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker tehdît dike û heqaretan li wan dike, li Hewlêrê bi merasîmekê navenda xwe vekir.
Di merasîmê de li rex Erşat Salihî wezîrê Tirkmen ê di Hukûmeta Herêma Kurdistanê de Aydin Marûf jî amade bû.
Serokê vê eniya ku li Hewlêrê navenda xwe vekir, Erşat Salihî beriya 4 rojan li ser pûla ku nexşeya Kurdistanê û wêneyê Papa li ser heye ev gef xwaribû.
“Gavên bi vî awayî, gef li ewlekariya millî ya herêmê û Iraqê dixwin.
Divê ev gav bên sekinandin û şaştiyên mîna referandûmê neyên kirin.”