TIFAQA KURDISTANÎ LI BAKUR XURT DIBE
JI BO YEKÎTIYA NETEWEYÎ “KOMÎSYONA HEVPAR” TÊ SAZKIRIN
12’ê Adarê li Amedê Tifaqa Kurdistanê bi daxuyaniyeke berfireh destpêkirina pîrozbahiyên Newroza îsal ragihandibû.
Wê rojê her wiha civînek jî li dar xistin.
Nûnerên partî û tevgerên di nava tifaqê de cih digirin têkildarî biryarên di vê civînê de agahî dan Ajansa Mezopotamya.
Serokê Partiya Komunîst a Kurdistanê Sînan Çîftyurek got, em li ser xurtkirina Tifaq Kurdistanî rawestiyan.
Berdevkê Tevgera Azadî Ayettullah Aştî jî dibêje, piştî kar û xebatên 2 salan wan cara pêşî biryareke zelal daye.
Parlementerê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier jî da zanîn, ku piştî Newrozê wê bingeha xebatê ji raya giştî re were ragihandin.