PDK LI DIJÎ GELÊ KURD BI ŞERÊ TAYBET RADIBE
TARIQ QADIR GELEK CARAN BI DESTÛRA GERÎLA ÇÛYE HERÊMÊ
12’ê Adarê li devera Sîdekanê ya bi ser herêma Xakurkê ve, mayînek bi 2 pêşmergeyan de teqiya û pêşmergeyê bi navê Tariq Qadir jiyana xwe ji dest dabû.
PDK’ê bi çapemeniya xwe weke her carê ket pey wê yekê, ku vê bûyerê bixe stûyê PKK’ê.
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihandin, ku ti têkiliya hêzên wan bi vê yekê re nîne.
Her wiha destnîşan kiribû, ku devera lê mayîn teqiyayî, ji aliyê rêjîma Saddam ve gelekî hatiye mayînkirin.
Hem xelkê herêmê û hem jî rayedarên PDK’ê têkildarî vê yekê hatine agahdarkirin û hişyarkirin.
Derket holê, ku pêşmergeyê di encama teqîna mayînê de jiyana xwe ji dest dayî, welatparêze û têkiliyeke xwe ya baş bi gerîlayan re heye.
Gelek caran bi destûra gerîlayan ketiye herêmê.
Her wiha çavkaniyên herêmî ragihandin, ku Tariq Qadir gelekî ji nêçîrê hez dike û ji ber vê yekê çûye herêmê.
Di belgeyekê de xuya dike, ku Tariq Qadir bi destûra gerîlayan ketiye herêmê û ji bo karê rêxistinê destûr girtiye.
Her wiha eşkere dibe, ku Tariq Qadir nasnavê Sîpan jî bi kar tîne.
PDK LI DIJÎ GELÊ KURD BI ŞERÊ TAYBET RADIBE
HPG’Ê 18’Ê KANÛNA 2020’AN TÊKILDARÎ NÛÇEYÊN DEREW HIŞYAR KIRIBÛ
Hêjayî bibîrxistinê ye, ku 18’ê Kanûna 2020’an HPG’ê bi daxuyaniyekê pêşbîniya vê teqîna li herêmê ragihandibû.
Daxuyaniya HPG’ê dîsa ji nûçeyên şerê taybet ên çapemeniya PDK’ê re bersivek bû.
Li gorî nûçeyên çapemeniya PDK’ê hatibû gotin “gerîla li ser rêya navendî ya Sîdekanê mayînan bi cih dike.”
Di daxuyaniya HPG’ê ya 18’ê Kanûna 2020’an de wiha hatibû gotin:
Ev nûçe derew in û bi zimanê çapemeniya şerê taybet hatine amadekirin.
Dost û dijmin hemû dizanin, ku hêzên me yên gerîla li hemberî gelê xwe nakevin nav hewldaneke bi vî rengî.
Ev hewldaneke welê ye, ku xizmetê ji armancên provokatîf re dike.